Kerîm Perwîzî
Ji dema ku hizbayetî, siyaset û xebat di pêxema rizgariya netewî di Kurdistana Rojhilat de tê kirin, du pêvajo yan du nihêrîn ji bo tekoşîna siyasî û xebata netewî di rojevê de bûye, û hin caran bi hev re teba bûne, û hin car jî netifaqî gihîştiye astek metirsîdar!
Di Kurdistanê de li pêxema rizgariya nîştimanî û gihîştina neteweyekê bi mafên xwe, xebat berdewam bûye û xebata rêxistinî û organîzekirî, gihîştiye asta modern a xwe, wate avakirina partiyan û partî bûne bi rêberê bizavê. Ev yeka jî li Kurdistana Rojhilat de aliyê kêm 72 sal in ku di rojevê de ye û cî girtiye. Digel derketine rojeva hizbatiyê û pêşxistina erka siyasetê di pêxema bizava netewî de, rêber û bîrmendên vê bizav û tevgerê bi du tiştan re berbirû bûn: Yekem,maf yan hêviyên neteweyekê, ya duyem jî realîteya tall ya serdestiya rejîmeke dagîrkar û stemkar.
Ji bo berbirûbûna bi van du xalan re, her kes li gor dîtin û cîhanbîniya xwe (çi ayînî, îdeolojîk yan demokratîk) pêre tevgeriya ye, yan bersiva van du pirsan daye, hilbijartiye û destnîşan kiriye ku kîjan ji van girîngtir in.
A di vir de ye ku du pêvajo derketine rojevê: “Waqi`gerayî” û “armanxwazî”. Li vê derheqê de hin kes û alî hebûne ku her du aliyên van cemseran girtine, yek li vê baweriyê de bûye ku rastiyek heye û rejîmek li Tehranê de hakim e ku bi me nahê herifandin û divê em pêre tevbigerin. Di cemsera din de jî kes yan kesan wusa zanîne ku her kes mîlîmetrekê kêmtir ji wê xerîteya ku wî bawerî û qenae`t pê heye, daxwaz bike ( xuya nake ji kê), eva ji kurdbûnê hatiye şuştin.
Eva her du cemser bûn ku nuqteya herî dawiyê digirtin, û li nava wan de jî girûp yan rewtek siyasî heye ku ber bi arasteya çep û rast a van du cemseran de hatine kişandin.
Lê ya ku di bizava rizgarîxwazî û selmandina mafê netewî de hewce ye û dibe bi hizrîn û darêtina dubare ya hizran, em riya wê bişopînin, eva ye ku di bizava şoreşvanî de ku dixwaze hişmendiya zal biguherîne û li heman dem de jî dizane ku bi jeopolotîk û mirovê waqi`î re berbirûye, dibe waqi`i yan realîzma siyasî ji bîr neke û armanc û hêviyên netewê jî li ber çavan wunda neke.
Di vê pêxemê de, dibe bi awayekê piratîka şoreşa netewî bê dariştin ku stratejî û armanca netewî ya me ku pêk tê ji neteweya Kurdistanê li xaka xwe û li nav nîştimana xwe de serweriya xwe biselmîne û cihgîr bike; Vêca di her bergekê de be û di pêxema wê de jî rastiyan bibîne û realîteya siyasî, cuxrafî û jeopolotîk bi awayekê li ber çav bigre û bi kar bîne ku gav bi gav û pile bi pile ji kopika armancê nizîk bike, nek eva ku neteweyekê ji îradeya şoreş û serhildanê vala bike, yan ew qas armancên wê fantezî bike ku her terse pêngavekê bi bêwate bizane, û tûşî bêhêvîtî ji jiyan û xebatê bibe.