Fermandeyê hêza Deryayî ya Spaha pasdaran a terorîst bas ji qiraxavên pirçek û bajarên bin erd yên Spaha Pasdaran a terorîst û Arteşa rejîma Îranê dike!
Roja Yekşemî, 5ê Tîrmehê, Fermandeyê Hêzên Deryayî yê Spaha Pasdaran a Terorîst, “Elîriza Tengsîrî”gotiye: “Seranserê qiraxavên me di kendav û deryaya Umanê de hatiye çekdarkirin û hemû “bajarên bin erd” yên Arteş û Spahê, bi şiyanên cuda di seranserê qiraxavên başûr de hene û me “bajarên ser avê” yên mûşek hawêj hene û her demek mezinên me bixazin em dê wan nîşan bidin”.
Herwisa hevdem Fermandeyê Hêzên Deryayî yê Arteşa rejîma Îranê, “Emîrhusên Xanzade” gotiye: “Em li pey cîbecîkirina pêşkevtin a Îranî bi taybet li pey pêşkevtina deryayî dene”!!!
Rejîma Îranê piştî wan aloziyên wê dawiyê ku çendîn cihên hestiyar yên rejîmê teqiyan, dest bi gotinên çewt bi awayên fîlmên Zanistî-xeyalî kiriye û bas ji dujmin û şereke xeyalî dike ku filmên zanistî-xeyalî yên Halîvûdê (Holly Wood) tîne bîra mirov.