Pêka amarên belavbûyê yên li çarta cîhaniya “LEGATUM”ê, rejîma Îranê di warê parastina jîngehê de li nav 157 welatan di rêzbeniya herî nizim a 156ê de ye û ev nîşana hatina belayên sirûştî wekî qewimîna kirîzên sirûştî ye.
Kirîzîn sirûştî bi wateya qewimîna çendîn kirîzên girêdayî bi hev di Îranê de ye ku yekem pêngav, çolbûna gundan li pey xwe tîne û kirîzîn wekî destnekevtina xwarinan, bilindbûna nirxan, nebûna ewlehiya xwarinê, jinavçûna daristan û çêrîngehan, pisbûna jîngeh û avê û bêaviyek micid e ku her yek jiwan kirîzek dijwar e.
Derbasbûn ji wan kirîzan hewcehî bi bervirdek zanîstî li guherînên ekosîstemî heye ku bikarin di paşerojê de karlêkerî û bandora wan kirîzan kêmtir bikin, lê rejîma Îranê bi berwajî û bi zanebûn hemû hewla xwe bo dijwartirkirina wan kirîzan dide.
Wekî mînak bi zanebûn daristanan dişewitîne an golên avê çik dike an bi cihê birêvebirina serast a ava deveran, ava deverên dinê bi xercek zêde û bi awayekî seqet û nezanistî radikêşe ku piraniya wê avê bi heder diçe, tevî ku ew av çareseriya pirsgirêka ava parêzgehên bê av nake û belkî parêzgeha ku ew av jê hatiye standin, rastî bêaviyê dibin û ji her 2 alî xisar bi xelkê dikeve.