Kurdistanmedia

Çarşem 25 Çirriya paşîn 2020
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rengvedana hizra tevahîxwaziyê li ser kesayetiya Kurdî

12:21 - 24 Çirriya pêşîn 2020

N: Sabrî Resûl

wergerandin: Ebduleziz Qasim

Bi dirêjahiya dîrokê, her ji serdestiya Ereban û belavbûna Îslamê li Kurdistanê û heta niha, hizrên tevahîxwaz "totalîter" li ser hizra Kurdî zal bûne û nehiştine çi hizrên cuda derkevin holê, yan jî peyda bibin û pêş bikevin, heta dikarin bêjin ku hizra netewî ya ku di nav Fars, Ereb û Tirkan de peyda bûyî, li ser koka ola îslamê peyda bû û wekî hespekî komêt ji bo avakirina saziyên xwe yên siyasî û jêrxana darayî bi kar anîn.

Hevdem ku peydabûna nakokiyên milî "populîst" di nava civakan de, her ji destpêka belavbûna ola îslamî, vê yekê dupat dike, û ew yek ji sedemên lawaziya "Xîlafetê" di serdemên Emewî, Ebasî û Osmaniyan de bû, lê tevî wiha jî îslam ji aliyê xelkên din ve wekî Hespê Tirwade "Trojans" hate bikaranîn ji bo derbas bibin di kûrahiya civaka Kurdî de, û di vê yekê de serkevtin û sûd ji sadeyî û rastgoya mirovê Kurd girtin û destê xwe danîn li ser hêza wî, û piraniya caran baweriya wî bi îslamê ji aliyên wan ve wekî "şûr û mertal" ji bo kontrolkirina gelê Kurd û Kurdistanê hatiye bikaranîn, û mirovê Kurd kesayetî, taybetmendî, ziman û çanda xwe ji dest daye, bûye kopî, sîber ji dagîrkeran re û alavek di destên wan de; bi vî rengî mirovê Kurd bû peya û pehlewan ji xelkê din re, dergehvanê dergehên padîşah û xelîfeyan, û çi carî hewl nedaye bi Kurdîtiya xwe bifikire û di bin sîbera îslamê de jî nehate parastin, tevî ku oldarî danî li pêş netewperistiyê, lê herwisa jî ne karî ji zordestan û ne jî ji bindestiya olî û siyasî rizgar bibe, û bi tenê bi oldariyê ve xwe girêda, û têkiliya Kurdan bi hizrên tevahîxwaz, digel îslamî bi dirêjahiya çardeh sedsalan, û digel komunîstiyê di nut salên dawiyê de berdewam kir.

 Mirovê Kurd bi rêya van herdu hizrên serdest "îdolojî", hêzeke mezin ji bo berjewendiya hizrên totalîterîzm ji dest da, ku dîroka gelê Kurd wekî komek ji bûyerên malwêran yên siyasî û leşkerî ne ji hêla rejimên serdest ve hatine pêkanîn, Kurd qonax qonax ji malwêraniyekê ber bi malwêraniyeke din çûne û her bi vî rengî bi tenê bêhêvî bûne û şikestin para wan bûye, di encamê de tûşî şerên psîkolojî û leşkerî û talankirina çand û zimanê xwe bûye. Gotina "komek ji bûyerên malwêran", balê dikişîne ku ji aliyê Kurdan ve ew bûyer ji aliyê dîrokî ve, wekî lêkolîn û xuyakirina sedemên derketina wan wekî werçerxan di jiyana wan de nehatine şirovekirin, û ders ji encamên wan nehatine girtin, ku bûyer bi tenê bi navên helkeftên dîrokî hatine nivîsandin, û Kurdan dîroka xwe li gorî heza xelkê din "hebûna Kurdan divê çawa be" û ne jî "hebûna xwe wekî heyî" nivîsandiye, bi vî awayî li ser destê xelkên din dîroka Kurdî hatiye şêwandin û berevajîkirin, û bi sextkarî bûyer hatine nivîsandin, tiştên neqewimî hatine zêde kirin û hin yên qewimî hatine veşartin, da ku Kurd nebin xwedan dîrokekî rast.

Kurdan nekariye bi xwendineke kûr bûyerên dîrokî li gorî pêşhatên siyasî û şert û mercên wan bixwînin, ku ew bi tenê di rojjimêran de û di lîsteya helkeft û ahengan de "car bi navê serkevtinan û car bi navê şikestinan" hatine tomarkirin, ku Kurdan sûd ji wan bûyeran negirtine ji ber ku nehatine nirxandin, û pend û ders ji wan nehatine wergirtin, lewra ku dibe ew bûyer (yên trajîk) dubare bibin, yên ku dijmin sûd ji wan werdigirin û Kurd dimînin qurbanên wê yên bêserûşûn, ku Kurdan hin şêwazên ahenggêranan ji zordestan werdigirin û semayê dikin li ser laşên qurbaniyan û festîvalên serkevtinê lidar dixin yên têkşikestinên hatine amadekirin di nav korîdorên veşartî de, bi hinceta "bilindkirina moralên" winda, ji aliyê gelek tîman ve hin diruşm û peyv û zarav têne pêşniyarkirin, ku li hember şirovekirin û têgihiştina wan siyasetmedar û hizrvan mat dimînin, û di demeke kurt de ew diruşm li ber bayê dikevin, careke din ji aliyê wan tîman ve hin alternatîfên din têne pêşniyarkirin, lawên Kurdan ber bi meydanên şehadetê dibin ji bo pêkanînê diruşmeke din ya ku ew jî wekî diruşmên berî xwe di demeke kurt de ji holê winda dibin. Li serdema Emewiyan, Ebbasî û Osmaniyan, ji aliyê Xelîfeyan ve gelê Kurd wekî ardûyê şer dihat bikaranîn, wekî embarek mirovî û yedek ji bo artêş û şervanên xwe, di pêşiya eniyên şeran de wekî mertal dihatin bikaranîn, ji bo ku bêtir erd, xenîmet û serkevtiyên mezin bi dest bînin, lê ew serkevtin bi serkevtinên dîrokî bi navên padîşahan dihatin nivîsandin, ku heta niha em li dibistanan, sirûd û waneyên bi wan û bi wan serkevtinan dixwînin, û şehiyê bi wan digêrin û kul û birînên xwe diveşêrin.

Di serdema çêbûna dewlet-netewî de, nemaze piştî şerê duyem yê cîhanî, ji bo pratîkkirina tepeseriyê û qorixkirina mafên mirovan hemû alav ji aliyê rejimên otorîter yên dagîrkerên Kurdistanê ve hatin pêkanîn, tevî peyrewkirina stratejiyeke zelal û projeyên siyasî ji bo ewê ku pêşiya kurdan di warên siyasî, civakî û aborî de bigrin. Li welatê me yê şewitandî (Sûriya), komek mafyaya siyasî heye û destê xwe daniye ser erd û ezmanê wê, ji zeytûnê wê bigire heta pembûyê wê, û ji behrê bigire heta genimê wê, û hemû sînorên exlaqî û yasayî li ser destê vê koma mafyayî hatine binpêkirin, û bi taybetî li dijî gelê Kurd li Sûriya, siyasetên sîstematîk hatine sepandin, ku gelê me herdem di tirsê de jiyaye û gelên din hest bi tirsa gelê Kurd nekiriye, herwiha ku dixwazin Kurd bi Erebîxwaziya wan pabend bibe wekî perçeyek ji totalîterîzma Îslamîk.

Belê, xelkê Sûriyê ji hêla rewşenbîrî û siyasî ve têne cewsandin, û azadiyên wan li gorî xwesteka desthilatdaran hatiye sînordarkirin, lê gelê Kurd ji bilî vê jî, ji hêla netewî û çandî ve tê çewisandin, ne tenê ji aliyê desthilatdaran ve, lê herwiha jî ji aliyê xelkê Sûriyê bêtir tê çewsandin, ku ev bac û bihayê dilsoziya mirovê Kurd e bi hizra totalîterîzmê re, bi vî rengê hemwelatiyên Sûrî, yên ku ji aliyê rejîmê ve hatinî tepeserkirin, ew jî dibne zalim û stemkar li ser serê mirovê Kurd.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine