Kurdistanmedia: Rêûresma rêzgirtina ji şehîd Şoreş Mînberî yek ji qehremanên destanrêsiya “rasan” (rabûn) a PDKÎ li Nawenda 1 a Kurdistanê de bi rê ve çû.
Roja Yekşemiyê 26’ê Hezîranê, li Nawenda 1 a Kurdistanê de, rê û resma rêzgirtina ji şehîd Şoreş Mînberî bi rê ve çû.
Ew rêûresm bi beşdariya sekreterê giştî ê PDKÎ û endamên rêberî û kadr û pêşmerge û endamên PDKÎ û malbatên wan, û malbatên şehîdên nû ên xebata PDKÎ, û bi marşa “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî, bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurd û Kurdistanê, hate lidarxistin.
Di destpêka rêûresmê de, Tahir Kesîlî endamê Komîteya Nawendî û berpirsê Nawenda 1 a Kurdistanê, piştî bixêrhatinkirina hemiyan, bi taybetî mêhvanan, jiyannameya qehremanê Demokrat şehîd “Şoreş Mînberî” pêşkêşî amadebûyiyên rêûresmê kir.
Piştre Hesen Şerefî, cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ, çend axivtinek li ser şehîdbûna şehîd Şoreş Mînberî kirin.
Şerefî di destpêkê de bas ji vê kir, ku em hemû li vir kom bûne, da ku serbarê bûyerên xembar ên çend rojên borî, xemeke din ya nû, ku bi ser PDKÎ de hat, di nav xwe de parve bikin, û bi vî rengî em, peymana emegdariyê digel armanca pîroz ya hemû şehîdên PDKÎ û bi taybetî şehîdê nû ê PDKÎ, şehîd şoreş Mînber bi hev re nû bikin.
Hesen Şerefî di axivtina xwe de, bas ji vê kir ku, Kak Şoreş xortekî dilpak ê “Niyer”ê bû, ew xortê malbata şehîdperwer a Mînberiyan bû, ku heya niha bi dehan şehîdî pêşkêşî baregeha azadiyê kiriye.
Cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ herwisa bas ji vê kir, ku li malbata Mînberiyan kesekî şoreşger û qehreman wekî şehîd Şoreş lê perwerde dibe, û şehîd Şoreş zêdetir ji vê ku me nas dikir, çalaktir û têkoşertir bû. Şehîdbûna Şoreş birîneke qurs û giran e, eva guman tê de nîne, û em li vir kom bûne, da ku rêz ji xebata wî bigrin, û ew yek jî tenê bi domandina riya wan dibe.
Hesen Şerefî di beşeke din ya axivtina xwe de, bas ji vê kir, ku herçend riya me dijwar e, û rejîmeke hov û har, li dijî me ye, lewra dibe ku em nirxeke zêdetir, bona gihîştina bi armancên xwe bidin.
Cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ rû li malbata şehîd Şoreş Mînberî ragehand ku şehîd şoreş ji dest me hemiyan çû, lê xatircem bin, ku ne hûn bêkes in, ne jî em, jiber ku PDKÎ dayîk û bav û malbata me hemiyan e, û em hîn bûne ku birîndar bin, lê qet nekevin qedeman.
Di beşeke din ya vê rêûresmê de, Şerîf Felah, pexşaneke bisoz li ser şehîdên nû ên PDKÎ xwend.
Di vê rêûresmê de, çendîn peyamên hevxemiyê û yên peymannûkirinê hatibûn ku weha bûn:
Peyama Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakur
Peyama hevxemiyê ya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê
Peyama Komîteya Teşkîlata eşkere a bajarê Silêmanî, Hewlêr û navçeya Pişder
Peyama hevxemiya komîteya Barîke
Peyama hevxemiya komîteya Kelar