Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewanser

20:40 - 8 Gulan 2013

adêl moradî

Rewanser yek ji şaristanên parêzgeha Kirmaşanê ye, ku pêtexta wê Rewanser e. Ew şaristan, ji aliyê bakûr û rojhilat ve di gel parêzgeha Kurdistan, ji aliyê başûr û başûra rojhilat di gel Kirmaşan, ji laiyê başûr û başûra rojhilat di gel Selasa Bawecanî, ji aliyê rojawa di gel Ciwanro, û ji aliyê bakûra rojava di gel Pawe hevsînor e.

Li ser navê Rewanser bîrûrayên curbicur hene. Hinek li ser vê bawerê ne ku ew nav di eslê xwe de “Rûn Ser” bûye. Ew jî bi vê sedemê bûye Rûn Ser, ji ber ku di vê herêmê de kesên ku karê xirap kiriban, xan û axayên wir rûn bi ser serê wan de dadikirin. Lewra navê vê herêmê dibe Rûn Ser, û piştre dibe Rewanser.
Boçûnek din jî di vî warî de heye ku li gor vê, navê wê yê rastî Serab e. Serab çavkaniya Rûbarê Qeresû ye, û avek berdewam heye.

Ji çiyayên wê em dikarin qala van çiyayan bikin:
Hûlawir, Mah Zerd, Encîre, Şûr, Taqê Sifîd û Çal Abad
Nifûsa bajarê Rewanserê 47000 kes e ku ji du beşên wek Beşa Nawendî, û Beşa Şaho pêk tê. Herweha ji pênc Dêhistan û 129 gundan pêk tê.
Ji şûnwarên kevnar, ên Rewanserê em dikarin qala wan şûnwaran bikin:
Gûr Dêxme yan Taqê Ferhad, Tepe Mûsayî, Sengê Mezbeh, çiyayê Hûlawir, Şikefta Mirkuliyan, Şikefta Mirdalan, Şikefta Qorî Qela, Seraba Rewanser, Seraba Cawirî.
Hêjayî basê ye ku Şikefta Qorî Qela, li tewaya qareya Asya de, wek meztirîn Şikefta Avî, û li Îranê de jî dirêjtirîn Şikefta Avî ye.
Li Rewanserê de, li her hiktarekê de salê 102 ton berhemên cotkariyê çê dibin, lewra ew der wek mexzena cotkariya parêzgeha Kirmaşanê tê hesibandin.