Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roboskî! Xwîn digrî, gelo kî berpirsyar e?

15:23 - 10 Kanûna Paşîn 2013

Selîm Zencîrî

Gava mirov rûpelên dîroka Kurdistanê vedide, kêm rûpel dixuyin ku bi bûyerên tal, cinayet, komkujî û tirajîdiyan ve ji aliyê hêzên zal bi ser Kurdistanê ve nehatibine nexşandin û xemlandin. Dîrokek ku pir e ji êş û azaran û hêj jî didomin. Bi taybetî li parçeyê nav xerîteya siyasî a Turkiyê de, dewletê bona serketina di siyaseta helandin û jînosayda kurdan de hovêtî û tirajîdiyên mezin pêk anîne.
Komkujiya Roboskiyê jî yek ji wan e ku di 28’ê Kanûna 2011’an li Qilebana Şirnexê de pêk hat û têde 34 xortên kurd ku 19 ji wan zarok bûn, bi êrîşa balafirên şer ên Turkiyê jiyana xwe ji dest dan.Cinayeta han doma cinayetên din ên weke Dersîm, Zîlan, Agirî, Sîwas, Meraş, Sason û şevitandina 4000 gundên kurdistanê, operasiyonên leşkirî, girtin, îşkence û ...hwd e. Her çend dewletê ji riya tirsandin û çavsoriyan ve kariye yên berê binuxumîne û balgiyê xatircemiyê bixe bin serê xwe, lê ew bûne beşek jibîrnekirî a dîroka kurdan û rojek wê bê ku hesaba her hemûyan li baregeha edaletê de ji wan bê xwastin û şermezarê dîrok û mirovahiyê bên kirin.
Her çend ku li komkujiya Roboskiyê de jî dewlet û hikûmetê hewil dan ku bi çewaşekirin û berxwar kirin raya giştî cinayeta Roboskiyê jî veşêrin û bispêrine rûpelên dîrokê, lê bi ser neketin. Ji ber ku ne kurd, ne jî serdem ya berê ye. Em dibînin ku piştî borîna salek bi ser bûyerê de dosyeya Roboskî her zîndî ye û gel bi berxwedan, hevkarî û hevxebatî û bi ruhê netewatiyê xwedî ji îrade û zarokên xwe derketin û yekîtiya xwe bihêz kirin û bi çalakiyên cur bi cur ên şermezar kirinê, hikûmeta Turkk birin jêr pirsiyarê. Lewma nirxandin û encamên ku mirov dikare piştî salekê ji Roboskiyê bigre ev in:
- Mentalîte û zîhniyeta hakim cudahiyek wusa berçav bi yên berê re nine û pir caran çareseriyê li tund û tûjî û taktîkên gor perwerdeya xwe dibînin.
- Jiyan û canê xortên gelê kurd ne ji wan re girîng e, ji ber ku li ser kuştina 9 hevwelatiyên turk li keştiya Marmaray;, amade bûn ku pêwendiyên xwe bi welatekî herî bihêz ê deverê weke Îsraîlê qut bikin û lêborînê weke pêşmerc bona çalak kirina pêwendiyên xwe xuya bikin.
- Siyasetên qirêj ên dewletê bi nîsbet kurdan û nedana derfetên karî ji wan re jiyana gundiyên kurd dijwar kiriye û hejari û zehmetiyên jiyanê wan neçar dike ku bona bijîva malbatên xwe riyên herî metirsîdar bi nirxa ji dest dana jiyana xwe bigrin ber xwe.
- Serbarê wê ku di bin givaşên raya giştî de, hikûmet neçar ma ku komîsyonek taybet ji Meclîsê bona lêkolîna jêre pêk bîne, lê xwe gêzirandin, lênepirsînek micid û ronî nekirina sedem û encamên wê, nîşan dide ku hikûmet xwe nade bin barê berpirsatiyê û dixwaze bi leyîstokên weke bikujên nediyar û dewleta kûr vî barê giran li ser xwe hilde û bêdengiyê jê bike. Bi vê siyasetê jî zêdetir kurdan û malbatên goriyan birîndar û dilşevitî dike, ku eva jî xizmetê bi bihevre jiyana aştiyane a wan nake û şeqara navbera kurd û dewletê berfireh û kûrtir dike.
- Hikûmet çewaşekariyan bi nisbet kurdan dike û dixwaze wusa nîşan bide ku hin ji wan ne sivîl in û rewatiyê bide cinayeta xwe, lewma jî lêborînê naxwaze û bi gotinên derevîn kurdan û raya giştî dixapîne daku hêdî hêdî ji bîra wan bibe û bispêre erşîvê.

Encam:

Di yekemîn salvegera vê tirajîdiya bijan de kuradan bi xemgînî, lê bi gireseyî û bi ruhê hevkarî, biratî û yekîtiyê ve ew bibîr anîn. Eva ku 850 saziyên sivîl bi pêşengiya partiyên siyasî dest dan çalakiyên bîranîna goriyan û şermezar kirinê bi metodên curbi cur, nîşan ji bihêzbûna hesta netewî, ruhê berxwedan û xawedî derketina ji xortên gel e û mal û gewherên dunyayê bal wan nake dîtina yek care wan. Lewma tenê bi berxwedan û zîndî hiştina dosyayê, hawar birin bo saziyên mafên mirov û dadgehên navnetewî, hikûmet û dewleta turk neçar bikin ku lêpirsînek micid bide destpê kirin û bi pêkanîna dadgehiyek dadperwerane encaamderên eşkere û lêborînê ji gel bixwazin. Bi vî awayî him rê liber dubare nekirina tirajîdiyên han tê girtin û him jî rê xweş dibe bona diyalog û çareser kirina pirsê bi metodên aştiyane û bihevre jiyana wekhev ku li qazanc û berjewendiya hemû Turkiyê de ye. Ji ber ku azadiya kurdan mafê kesê pêpes nake, belkî sînorê demokrasî, azadî, bextewerî û bihevre jiyanê li turkiyê firehtir dike. Lewma hikûmet jî dibe cesaret bike û bi îradeyek qahîm gavên hewce bavêje ku ew jî carê lawaz e.