Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî a zimanê dayîkê û rewşa zimanê neteweyên Îranê

19:54 - 26 Şibat 2013

Arif Vêlzî

Zimanê daykî pênaseya buhayên her neteweyekê ye û herweha faktera herî sereke ye bona parastina yekrêziya netewî û perepêdana mîratên madî û me’newî ên her neteweyekê. Girîngiya zimanê daykî weke stûnekê bona pêşveçûna çandî û kultûrî a her neteweyekê û herweha bona lihevhatina navbera netewan, li ser bingeha gotûbêj û li hevdu têgihîjtinê, teke çandek e ku cîhana îro rojê hewceyî wê ye.
Di roja 21’ê Şubata sala 1952’an de, bi boneya bi fermî nasandina zimanê Bengalî li welatê Pakistanê, meşek li zaningeha Daka ya pêtextê Bengiladişê hat lidarxistin û piştre ji aliyê atrêş û polîsê Pakistanê, ku wî çaxî Daka Beşek ji Rojhilata Pakistanê bû, hat tepeserkirin. Ew bûyera dîrokî ya Dakayê ji aliyekê û, ji aliyê din ve girîngiya zimanê dayikî di cîhana îro de, bûne handerek ku di sala 1990’î de, rêxistina UNSCO’yê, di 30’emîn civîna xwe de, 21’ê Şubatê weke roja cîhanî a zimanê dayîk diyarî bike û piştre, di sala 2008’an de, ev roja han ji aliyê civata giştî a NY ve bi fermî hat naskirin. Lewra hemû salekê di cîhanê de, bi boneya rêzgirtin ji zimanê daykî, di vê rojê de rêûresm tên lidarxistin.
Hilkevta cuxrafî a Kurdistanê û parvebûna wê bi ser çar welatan de, rê xweşker bû ku, siyaseta panturkîzim li Turkiyê, Be’s li Sûriyê û Îraqê de û Fars li Îranê de, bi dirêjahiya dîrokê li ser mêhwera helandina netewî, çandî û zimanê Kurdî de bizivire. Raste ku di Herêma Kurdistanê de deshilata xwe birêvebirinê heye û, ji perepêdan û parastina zimanê Kurdî bi tewahiya zaravayên xwe de, rolek berçav lîztiye, lê di beşên din ên Kurdistanê de, hêj xwendin û nivîsandin bi zimanê Kurdî di xwendingehan de qedexe ye û heta haşa ji netewebûna vê tê kirin.
Bo mînak di Îrana bin deshilata Komara Îslamî de, heta roja cîhanî a zimanê daykî, di rojhijmêra fermî ya xwe cih nedaye û bi sedema siyaseta helandina tevalî a netewên Îranê, ku yek ji wan neteweya Kurd e, zimanê Kurdî derfeta geşeya hewce tunebûye.
Di rewşek weha de hewce ye ku, gelê Kurd bi liberçavgirtina girîngiya zimanê daykî û ew gef û tehlûkeyên ku li ser hebûna vî zimanî derxistine holê, roja cîhanî a zimanê daykî bike hander û îstartek ku, hemû partî û aliyên siyasî û civakî hevdeng û havterîb, bona pêşdebirin û geşandina zimanê Kurdî pêngavan hilgirin û bixasmanî handerê ciwan û zarokên Kurdistanê bin ku xwediyê pêşerojê ne, bona baştir nasîn û baştir fêrbûna zimanê Kurdî, weke erkek netewî xebat bikin.