Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojavayê kurdistanê!,derfetek din yan metirsiyek din?

14:49 - 11 Kanûna pêşîn 2012

Sarya Azer

Kurd weke mezintirin kêm netewe li Sûriyê, îro xwedî giringiyeke teybet û çarenûssaz e, di rewşa gîştî ya wî welatî de.

Înkara hebûna wan di 50 salên borî de li wî welatî Kurd weke mezintirîn putansiyela guhartinê di rewşa Sûriyê de derxistiye pêş.Her çiqas ku Beşar Esed bi danîna mafên civakî-siyasî û nasnameyê ji Kurdan re xwest ku rê li ber tevlîbûna wê potansiyelê di guhartinên Sûriyê de bigre, lê di rastî de armanca paşeroja siyasî ya Kurdan bi xwe mezintir ji derfetên weke nasname û çêkirina partiyên siyasî bûn.Kurd li wî welatî di fikra guhartina rejîmê û çêbûna sistemeke federalî de ne ku bi hezîneyek kêm û bê tunûtîjî rê li ber beşdariya wan di desthilatdariyê de vedike.Lê daxwaza federalîzmê ji aliyê Kurdan ve bi çendîn astengên bingehîn re rû bi rû ye.

Yek ji wan hêza mezin ji opozisyona Sûriye ye ku ji Erebên suniyên ser bi Îxwan-Elmuslimînê pêk tên. Ev deste ji opozisyonê, ji aliyê çek û alîkariyên madî ve ji bal Erebistanê, Qeter û Tirkiyê û her weha Misrê ve tên piştevanîkirin. Tê zanîn ku di paşeroja Sûriya de, paş Beşar Esed, ew bi navçeyeke serbixwe ya Kurdan re hemfikir nînin û dijberiyê dikin. Ev yek di gotinên Burhan Xeliyûn de derket ku di rûniştina Stenbolê de dabû zanîn ku li Sûriyê ciyek bi navê Kurdistanê nine, û kêşeya Kurdî li wî welatî de nas nakin. Her wuha tirsa Tirkiyê ji çêbûna navçeyeke serbixwe ya Kurdan li Sûriyê jî faktoreke esasî ye di rêgirî ji wê daxwaza Kurdên rojava de, û herwuha metirsiyeke li ser deverên kurdan.

Tê zanîn ku artêşa rêjîmê ji devrên kurdan hatibû kişandin û artêşa azad jî li wan deveran nebûn. Ev yek derfetek bû ku li rojavayê kurdistanê xeyala çêkirina navçeyeke serbixwe bi modêla Herêma Kurdistanê, partiyên Kurdan bigehîne hev. Lê rewşa îroyin ya Serê Kaniyê nîşan dide ku Kurdan li wê deverê ne tenê bandora faktorên derekî yên navnetewî û qeyrana Sûriyê bi giştî berçav negirtine, heta wan bixwe jî şiyana hevgirtinê û avakirina yekitiyê di wê rewşê de ji xwenîşan nedan.Her di vî warî de li ser şiyana hêzên siyasî yên Kurdan li Rojava çendîn faktor derdikevin hole, ku nîşan dide di pêşvebirina daxwazên xwe de, nikarin wan berçav negrin.

Yek ji wan ew e ku ew xwedî hêzeke hevgirtî ya siyasî-leşkerî nîn in. her wuha li gor parçeyên dî yên Kurdistanê dîroka xebateke dûrûdirêj ya siyasî û leşkerî di wê beşê de kêm e.

ew yek jî di giraniya siyasî ji bo pêşvebirina daxwazên wan bandorek negativ dike. Lê sedema herî girîng li gor min ew e ku li hember faktorên derekî weke têkiliyên artêşa azad bi welatên îslamî û her wuha mercên navnetewî, navçeyî û qeyrana Sûriyê,hêzên Kurdî xwedî stratejiyeke hevbeş û diyarkirî nînin.

Renge mirov heq bide nîgeraniya Kurdan ji helwesta opozisyona Sûriyê li serkêşeya Kurd li wî welatî û gumana wan li rewşa siyasî-civakî ya paş Esed, lê tê zanîn ku tevî hebûna kêmnetewe û olên cudacuda di wî welatî de, neteweya Ereb di guhartinan de rolek mezin girte ser milê xwe û buhayek mezin daye û diyar dike wê di pêşeroja Sûriyê de xwedî giraniyeke siyasî bin.

Her wuha rewşa qeyranî (bi kirîz) ya tekiliyên Sûriyê û Tirkiyê her çiqas ku derfetek bû ji Kurdan re, lê rewşa Serêkaniyê da nîşan dan ku nebûna nêrîneke hevbeş li ser mafên neteweyî di nabvera hêzên Kurd de, ew derfet vegerandiye metirsiyekê li ser deverên Kurdan.

Bi giştî tê zanîn ku Kurd li rojavayê Kurdistanê ji bo pêşvebirina daxwazên xwe yên siyasî-civakî,bê berçav girtina rewşa bi kirîz ya Sûriyê, mercên navnetewî û ya herî girîng mercên pozîtiv û negatîv ên li ser dawaza wan ya modêla federalîzmê di wî welatî de, nikarin di pêşerojê de gav bavêjin.