Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rostem Cahangîrî: Valakirina Kurdistanê dibe sedema guherîna demogirafiya Kurdistanê û akincîbûna Ereban di cihê wan de

13:33 - 14 Îlon 2013

Lêjneya şopandina rastiya komkujiya kurdên rojava, ku ji nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê pêk hatibû, roja19.08.2013’an gihîşte Kurdistana Rojava. Piştî çend rojan ew heyet vegeriya, û rapora xwe li ser rewşa kurdên Kurdistana Rojava pêşkêşî komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd kir, û kopiyeke wê rapora xwe jî, ji serokê Herêma Kurdistanê re şand.

Di vê derheqê de me hewce zanî ku wek rojnameyên Kurdistan û Agirî, gotûbêjekê bi birêz Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ û endamê heyeta lêkolînê re pêk bînin û ji zimanê wî ve rastiyên ku di Kurdistana Rojava de ji nêz ve bi çavên xwe dîtine, raxînin ber çavê raya giştî.

Hevpeyvîn: Şehab Xalidî

Pirs: Heyeta lêkolîna komkujiya li Kurdistana Rojava û derxistina rastiyan ku ji aliyê Kongireya Netewî ve hatibûn avakirin û çûbûn Kurdistana Rojava vegeriya, gelo we rewşa wir bi giştî di warê ewlehiyê de, û di warê jiyana xelkê wir, we çawan dît?

Bersiv: Herwek hûn agehdar in li ser biryara rêzdar serokê Herêma Kurdistanê ew lêjneya lêkolînê pêk hat, diyar e ku vê lêjneyê pêşniyar û biryarên Heyeta Amadekar a Kongireya Neteweyî birêve dibir. Roja 18.08.2013’an ji deriyê Sêmalka em derbazî Kurdistana Rojava bûn., û em ji aliyê heyetekê bi serokatiya Selîm Mihemed Hevserokê Encûmena Gel a Rojava ve hatin pêşwazîkirin, li vir de ez pirr sipasiya mêhvandariya wan û alîkariya wan û parastina wan dikim, jiber ku gellekî hurmeta me girtin û bi me ve mandî bûn.Niha di Kurdistana Rojava de hêzên hikûmeta Sûriyê nemane, û ew der vala kirine, û welat wek welatekî azadkirî tê dîtin, û ew der ji aliyê PYD’ê û hêzên wê ên çekdar ve têne birêvebirin û parastin, û gund û bajar di destên hêza Kurd de ne. Di çend herêmên sînorî di navbera herêmên Ereb û Kurdan de carna şer rû dide. Herweha hatin û çûn bi tewahî li jêr çavdêriya tund ya PYD’ê de ye, û rewş di warê ewlehiyê de baş e, lê di warê aborî de rewş pirr xirap e, û av û elektrîk (berq, kehreba) di hinek bajaran de bi tewahî qut bûye, û tiştên xwarin û vexwarinê pirr kêm in, û nebûna duktoran rewş çend qat dijwartir kiriye. Bi raya min hekî rewş her bi vî awayî berdewam bike, heya salek din yan çend salên din wê karesatek mirovî rû bide. Lewra divêt ku hêzên herêmê bi taybetî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û heta rêkxirawên navdewletî û bi taybetî Rêkxirawa Neteweyên yekbûyî divêt çareyekê bo vê rewşa rojava bibînin, jiber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tenê şiyana çareseriya vê rewşê nîne. Lewra me bi tewaya deste û girûpên nav civaka Kurdî û şêniyên wir, wate bi jinan, ciwanan, siyasetvanan, rewşenbîran, rojnamevanan û kesayetiyên plî û neteweyî re hevdîtin pêk anîn, û wan jî rewşa wir ji me re bas û şirove kirin.
Pirs: Gelo çima we nekarî hûn serdana Amûdê bikin, pirsgirêk di kîderê de bû? Gelo ji bilî Amûdê cihek din hebû ku we dixwast, lê we nekarî ku serdan bikin?

Bersiva: Em derbasî bajarê Amûdê bûn, lê me bi tu kesî re pêwendî nekir, û bi tenê em nav bajar re derbas bûn, jiber ku hêzên PYD û PKK’ê dijî çûna me bo wir bûn, û gotne me pirseke siyasî û heya eşîrî di wir de hatiye pêş, lewra em nikarin we li wir biparêzin. Em dizanin ku heyamekê berî niha hinek meşên nerazîbûnê di vî bajarî de çê bibûn, û çend kes bi gulleyên hêzên leşkerî ên PYD’ê ve hatibûn kuştin, lewra nexwestin ku em serdana vî bajarî bikin. Bi raya min ew yek kêmasiyeke karê heyetê bû û divêt me serdan bikiriba, û hevdîtin bi xelkê vî bajarî û kesayetiyên wir re pêk anîba. Ez bi navê xwe daxwaza lêborînê ji xelkê Amûdê dikim , û eva hêza deshilatdar ya wir bû ku nehêla em serdana wir bikin. Dema em di nav Amûdê re derbaz dibûn, min tenê li bajarê Amûdê çend aliyên Kurdistanî dîtin, lê di bajarên din de min ji yek yan du aliyên siyasî zêdetir tu aliyeke siyasî ji bilî PYD’ê nedît.
Pirs: Gelo PYD çima radigehand ku çûna heyetek weha bo derxistina rastiyan dikeve çarçoveya berjewendiya dijminan de? Gelo ma komkujiyek di vê astê de ku PYD bas dikir, ji aliyê cibheya El-nosre ve rû nedabû?

Bersiv: Nizanim, ya baş ew bû ku PKK û PYD’ê bersiva vê pirsê daban. Lê çûna heyetê di qazancê Kurdistana Rojava û birêveberên wê ên niha de bû. Di rastî de min bi wan re axavtin kir, lê gotin û şiroveyên wan ji min re di cihê xwe de nebûn. Lê her kesê ku serdana Kurdistana Rojava bike, wê zû jêre eşkere be ku gelê me li Kurdistana Rojava de xwestek û daxwaziyên xwe ên siyasî hene û daxwaza hevgirtineke nîştiman û neteweyî dikin. Daxwaza birêveberiyekê dikin ku hemû aliyeke civaka Kurdistanê têde hevbeş bin. Lewra wan nedixwastin ku di destpêkê de em herne wir. Li bajarê Qamişloyê de ku wek pêtextê Kurdistana Rojava tê hesibandin bervajiyê herêmên din ên Kurdistana Rojava, dem û dezgehên dewleta Sûriyê hêşta têde hebûn û karê xwe dikirin, lewra renge kes yan aliyek hebe ku hest bi hevahengî yan em bêjin hevalbendiyekê di navbera wan û PYD’ê di vê herêmê de dikir. Em dikarin bêjin ku Qamişlo ji aliyê her du aliyan ve tê îdarekirin, diyare ku di warê siyasî de vê yekê nîgeranî hem bo civaka Kurdî û xeyrî Kurdî û hêzên siyasî ên Kurdistana Rojava çê kiriye. Niha hêzên Artêşa Azad û Îslamiyên radîkal dema ku êrîşî ser Kurdistanê dikin, dibêjin ku merema me êrîşa bo ser hêzên dewletî di Kurdistanê de ye, lê hekî ew îdiaya wan rast jî be, her destê dewletên herêmê têde heye. Tevî vê ku Kurdan hewil nedaye ku Kurdistan nebe qada şer, û tenê xwe û xaka xwe parastin, mixabin ku niha bûye aliyeke şer. Tirsa min ew e ku piştî nemana deshilata malbata Beşar Esed, dîsan Kurd ji aliyê hêzên dijberî Beşar Esed ve bêne tepeserkirin, ew jî bi vê hêcetê ku Kurd bi Beşar Re bûne. Divêt Kurd bi başî xwe amade bikin, ji ber ku zehmet e ku bikarin bi vê hêza xwe li hemberî tewaya wan sînaryoyên derdorê bigre. Erdnîgariya Kurdistana Rojava jî her vê yekê dibêje me, ku sînaryoyên neyaran renge bi qazancê Kurd nebe, jiber ku hevgirtin û yek gotarî li wir nahê dîtin û tenê hêzekê dest bi ser tewaya Kurdistana Rojava de girtiye, û heta aliyên siyasî dibêjin ku dewletê pişta PYD’ê girtiye.
Pirs: Dema ku li bajarê Dêrikê we lêkolîn dikir, hîlîkopterên rejîma Beşar Esed ew der bombebaran kir, û piştre we serdana cihê bombebaranê û nexweşxaneyê kir, gelo hekî PYD bi rejîmê re ye, çima ewê wir bombebaran bikin û Kurdan bikujin?

Bersiv: Dema ku em gihîştin bajarê Dêrikê, bi gotina xelkê bajar, danê sibê demjimêr neh heya neh û nîvê, hîlîkopterên rejîma Sûriyê êrîşî ser cihên medenî kirin, lê hêzên YPG’ê tu bersivek nedane vê êrîşî, û vê yekê şik û guman di nav xelkê de çê kiribû, divêt ku hevalên PYD’ê vê bersivê bidin.
Pirs: gelo ew lêjne heya çi qasî ji karê xwe û hevdîtina bi malbata Beşar re razî bû?

Bersiv: Mixabin ku me nekarî em serdana wan ciyan bikin ku şerê giran têde rû dabû, û xelk têde hatibû kuştin. Gundên “Tel Eran” û “Til Hasil”, di destê hêzên erteşa azad û girûpên Îslamî de ne, mixabin ku xaka Kurdistana Rojava jî ji du beşan pêk hatiye, û li ser êk nine, û di navbera wan de Ereb hene. Em divêt çûban nav xaka Kurdistana Bakûr û li wir me îzin ji dewleta Turkiyê û ji artêşûa Azad wergirtiba da ku bikarin serdana wan ciyan bikin, ku ew yek jî me re cîbicî nedibû. Ya ku rohn û zelal e, ew e ku li wir şer hebû, li wir xelk hatiye kuştin, jin, mêr, ciwan, pîr, hatine kuştin û yan jî bi dîl hatine girtin, lê bi vî awayî ku bas ji komkujiyê dihate kirin, me tiştek weha nedît. Di rastî de tu kes nebû ku navê deh kesan bide me, ku hatibin kuştin, tenê navê sê yan çar kesan didane me. Me daxwaz ji wan kir ku hekî fîlm yan wêne hebin ji me re bişînin, lê tunebûn, em li cihekê bi çar malbatan re rûniştin ku xelkê wan du gundan bûn, me çend demjimêran bi hevre qise kir, û fîlma vê civînê jî li cem me heye û rapora wê radestî heyeta amadekar ya Kongireya Neteweyî hatiye kirin.
Pirs: Gelo hûn ji karê lêjneyê bi tewahî razî bûn?

Bersiv: Her çend ku me nekarî ku em serdana tewaya ciyên Kurdistana Rojava bikin, û bi taybetî ku me nekarî em serdana du gundên Til Eran û Til Hasil bikin, lê dîsan jî me karî ku ji nêzîk ve agehdarê hurdekariyên nav pirsên pêwendîdar bi vê para Kurdistanê bin, û rapora vê serdanê me bo lêjneya amadekar şand bona ku bigîje destê rêzdar serokê Herêma Kurdistanê. Hekî ji vê dîtingehê ve em li karê lêjneyê binêrin, belê lêjneya lêkolîna rastiyan serkevtî bû, lê nekarî hemû rastiyan bi dest bixe.
Pirs: Gelo hekî komkujî li Kurdistana Rojava di vê astê de ba ku bas lê dihate kirin, Kongireya Neteweyî dikare helwestên tund û bi kiryar hilgire?

Bersiv: Bi raya min Herêma Kurdistanê ku hêza madî, me’newî û leşkerî heye, ji Kongireya Netweyî zêdetir dikare xwedî helwest be, lê Kongireya Netweyî jî, dikare helwestên siyasî ên xwe hebe, û kuştara xelkê Kurd li Sûriyê şermezar bike, û bi awayekî berfireh, daxwaz ji Konseya Ewlekariya NY bike ku agehdarê rewşa Kurdan be, û daxwazê ji rêkxirawên mirovdust û aliyên siyasî û hikûmetî bike ku Kurdan biparêzin û alîkarê wan bin. Lê eşkere ye ku ne tenê Kongireya Neteweyî, belkû heya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nikare destêwerdana leşkerî bike, û ew yek dijî pirensîp û yasayên navneteweyî ye, hêz atewaya Kurdan bi qasî hêza wan dewletan nine ku iha Kurdiostan bi ser wan de hatiye parvekirin, û hinek alî ku bas ji destêwerdana leşkerî ya herêma Kurdistanê dikin, ew dixwazin bi vî awayî mifaha siyasî ji bizvandina hesta neteweyî ya Kurdan wergirin. Hekî em li wan hikûmetên Erebî binêrin, em dibînin ku hêzek zaf ya madî û leşkerî hene, lê nikarin destêwerdanê li pirsa Felestînê de bikin, yan bi bê îzna NY, nikarin destêwerdanê di nav pirsên Sûriyê de bikin, lewra Kurd jî ku hêla serxwebûna xwe bi dest nexistine nikarin yasayên navneteweyî binpê bikin û bê îzna NY, hêzên xwe têxin nav xaka Kurdistana Rojava de.
Pirs: Gelo bi raya we, bi cih hêlana xaka Kurdistana Rojava nabe sedema guherîna dîmografiyaya Kurdistana Rojava, û ma Ereb nakevin cihê wan de?

Bersiv: Her wek me bas kir li vî welatî şer û kêşeyek zêde heye, destê hêzên herêmî û navdewletî di nav vê meselê de heye, birsîtî, û bêkarî têde heye, lê nabe ew yek ji bîra me here ku vala kirina Kurdistanê dibe sedema guherîna demografiyaya Kurdistanê û akincîbûna Ereban di cihê wan de. Li gorî axavtina berpirsyaran li bajarê Qamişlo niha rêjeya Kurd û Ereb wekhev e. Bi raya min bixwe kempan di cihên aram de çê bikin baştir e ji vê ku cihê xwe bifiroşin. Di wan ciyên ku Kurd hebûne hertim rejîmê siyaseta te’rîbê bi kar aniye, bona vê ku Sûriye bibe welatekî Erebî, ne welatek Erebî-Kurdî.
Pirs: Hekî carek din heyetek weha pêk were, û PDKÎ te wek nûnerê Kurdistana Îranê di vê heyetê de diyarî bike, gelo serbarê rewşa xirap ya ewlehiyê, tu amadeyî herî wir?

Bersiv: Her demekê erkek weha bi min bê sipartin, ez amade me vî erkî wewrgirim, ew yek ji min re erkek neteweyî û hem jî şanazî ye ku wek Kurdekî Rojhilatî, yan endamekî PDKÎ erkek weha rêve bibim. Ez gellek sipasiya we dikim bo vê derfeta ku we da min da ku nerînên xwe ji riya we ve bigehînim gelê xwe yê bindest û mafxwarî derheq vê serdana ku me bo Kurdistana Rojava kir.