Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sala nû a xwandinê dest pêkir

12:25 - 25 Îlon 2021

Destpêka sala nû a xwandinê herdem bo dersxwanan cihê k;fxweşiyê bûye. Lê îsal giranî û bilindbûna nirxa kelûpelên xwendinê bandor li ser xweşî û kelecana wan danaye.

Di Rojhelatê Kurdistan û Îranê de nirxa kelûpelên hewce bo xwandinê pêka amaran bi berhevdanîn digel sala borî zêdetir ji %300 zêde bûye.

Nirxa parek ji wan kelûpelên hewce bi vî awayî ye:

Pênûs: 3 hezar Tumen

Lênûsk (defterê dewletî): 4 hezar Tumen

Lênûsên azad: 30 hezar Tumen

Pênûsên Rengî: 60 hezar Tumen

Jêbir: 7 hezar Tumen

Çante: 400 hezar Tumen

Çendîn kelûpelên din bi gelemper zêdetir ji 600 hezar Tumen dike û eva bo malbatek ku di qata nêvincî de ye, yan çend dersxwan di mal de hene astengiyan diafirîne û di şiyana kirîna wan de nîne.

Tenê ev kelûpel nînin ku nirxa wan bilind bûye û bo malbatên dersxwanan bûye arîşe, belkî nirxa navnivîsiyê di dibistan û xwandingehan de, nirxa hatinûçûna dersxwanan û herwisa nirxa kincên taybet bo dibistanan jî gelek bilind bûye.

Pêka amaran, îsal nirxa kincên zarokên dibistanan 200 heta 500 hezar Tumen e.

Bi gelemper di despêka sala nû a xwandinê de xerca her dersxwanekê zêdetir ji 1 miliyon û 600 hezar Tumen e. Eva tenê di despêka salê de ye û di heyama 9 mehên xwandinê de çendîn xercên din dikeve situyê dersxwanan.

Bandora giraniyê tenê li ser milê dersxwan û malabatên wan nîne, belkî li ser navendên firotina kelûpelê xwandinê jî hebûye û rêjeya firotina wan îsal %80 kêm bûye.

Pêka amara rejîmê: “Sala derbasbûyî 3.5 milyon dersxwan bi sedemên cuda dev ji xwendinê berdane”. Eva jî paşeroja wan û civakê dixe metirsiyê.