Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salek bi ser îdamkirina şehîd “Hidayet Ebdullapûr” re derbas bû

13:03 - 12 Gulan 2021

Roja Şemî 20ê Banemera sala 1399an bû, wate salek berî niha şehîd “Hidayet Ebdullapûr” girtiyê siyasiyê Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de bo cihekê nexuya hate veguhastin û du roj piştî veguhastina wî, roja Duşemî 22ê Banemera heman salê, di yek ji padiganên bajarê “Şinoyê” de hate tîrbarankirin.

Îdamakirina “Hîdayet” zalimane û nemirovî bû, û meşa pêdaçûn bi dosiyeya “Hidayet” di navendên dadresî yên rejîma Îranê de jî, bi awayekî nadadperwerane û bi binpêkirina yasayên mafê mirovê bû, û ew cezaye ku bi ser wî de hatibû sepandin gorî dosyeya wî nemirovî bû.

Cezaya îdamkirina “Hidayet” carekê ji aliyê dîwan bilind a rejîma Îranê ve hatibû hilweşandin, lê dadgeha bajarê Urmiyê caraek din bi bê berçavgirtina biryara dîwana bilind a rejîma Îranê cezaya îdamê bi ser wî de sepand.

Ew ceza bi bê parastina yasayên dad hatibû sepandin û di vê derheqê de şehîd “Hidayet” û malbata wî bi taybet “Ebubekir” bavê wî digel parêzerê wî li derheq vê cezayê nerzayetî nîşan dan û biryar bûn ku ew ceza bê hilweşandin, lê navendên ewlehî bi kontirolkirin û têketin neyasayî di nava dosiyeya wî de, rê ji hilwişandina wê biryarê girtin.

Piştî sepandin û rêgirîkirin ji hilweşandina yasayî a cezaya şehîd “Hidayet”, dadsitanê bajarê Şinoyê jî, rê neda ku parêzerê Hidayet ji naveroka dosiyeya wî agehdar be û tev meşa pêdaçûn bi dosiye û biriyara dîwan bilind re bi bê beşdariya parêzerê wî hate encamdan.

Piştî veguhastina şehîd “Hidayet” bo ciheke nexuya malbata wî û parêzerê wî bo heyama du mehan ji çarenivîsa Hidayet bê ageh bûn û her car serdana navendên pêwendîdar dikirin, ti bersivek serast nedidane wan û ew rastî bêrêzîkirinê jî dihatin.

Îdamkirina “Hîdayet” cudahiyek digel îdamên din hebû, ew li mafê dawî hevdîtin digel malbata xwe bêpar bû, û malbata wî jî, wekî malbata qurbaniyek din ji wergirtina termê lawê xwe bêpar man.

Li ser dosiyeya şehîd “Hidayet Ebdullapûr” çendîn car çendîn navend û saziyên cîhanî û navnetewî yên mafê mirovî û aliyên pêwendîdar hatine deng û daxwaza rohnkirinê li rejîma Îranê kirine, lê rejîm wekî cinayetên xwe yên din bêdeng ma.

Di vê derheqê de Navenda Mafê Mirovî a “Kurdpa”yê jî, bi hilkefta salvegera şehîdkirina “Hidayet” daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniya xwe de hin zaniyariyên nû li ser dosiyeya navbirî belav kiriye.