
Kurdistanmedia: Rêûresima 10`ê Xakelêweyê, salroja Şehîdên Kurdistanê, bi beşdariya Lêpirsyarê Giştî, kadr, pêşmerge û malbatên PDKÎ li binkeya serekî a PDKÎ birêve çû.
Nûçegihanê malpera “Kurdisatnmedia”yê, roja Înê 9`ê Xakelêweya 1398`an, rêûresimeke taybet bi boneya 10`ê Xakelêweyê, salroja Şehîdên Kurdistanê bi beşdariya Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, û endamên rêberî yên hizbê û herwisa malbatên serbilind yên şehîdan, kadr, pêşmerge û malbatên wan hate lidarixistin.
Di beşa yekem a vê rêûresimê de, rêja leşkerî a pêşmergeyên Kurdistanê, ber bi tirbê şehîdan destpê kir, û sirûda “Ey Şehîdan” ji aliyê Hêza Pêşmerge hate xwendin.
Piştre Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, digel xatona Behar Rostemî, hevjîna şehîd Mehdî Tevrîwerî û herwisa xaton Kenêr Mêhfer hevjîna şehîd Resûl Mihemedizade, tance golek li ser mezarê şehîd Seiyîd Selam Ezîz danîn.
Piştire pêşnageya wêneyan ji aliyê “Mistefa Hicrî”Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ û Elî Xeforî pêşmergeyê PDKÎ bo amadebûyên vê rêûresimê hate vekirin.
Her bi vê boneyê Komîsiyona Komelayetî a PDKÎ, peyamek belavkir ku wiha ye, îro roja rêzgirtin li can goriyên ku, di hinawên xwe de bilinditirîn wateyên jiyan û çavaniya jiyanê ne, weke kultûra bilind a mirovî, bo mîratekê bi cî hêlane.
73 salan berî niha, avakirina Komara Kurdistanê, weke yek li tijî ji ezmûnên serbilindiyê siyasî yên dîroka Kurd binav kiriye û di nav komên siyasî û cejna jiyana azad û serbestî de, hekî bo demeke kêm be jî, bi takên Kurd bexşî, wek mezintirîn rikeberî li hmeberî desthilat bidestên dîktatorî yên paşayetiya xwe nîşan da.
Her bi vê sedemê jî dîktatoran hemû hêz û hewla xwe xistine kar, û bi baldan li rewşa siyasî a navdewletî ku li gorê bû, şiya piştî 11 mehan, wê Komara pirr li serbilindî û serbetî ji nav bibe.
Ew bi wê xeyalê ku, hemû nifşên Komar û hizra azadîxwaziyê, di nav mêjîiyê Kurdan de ji nav bibin, li roja 10`ê Xakelêweya 1326`an (31`ê Adara 1947`an), avaker û serokê Komara Kurdistanê, Pêşewa Qazîmihemed û hevalên wî, îdam kirin.
Di beşek din a vê peyamê de hatiye ku: Rasan wekî piroseyeke hemû alî, eqlanî, exalqî û siyasî ye, bi baldana li rewşên navneteweyî, herêmî û rola hêz li berçavgirtina xwast û hêviyên xelkê, û can gorîkirina pêşmergeyên qehreman, û piştevanîkirin ji xelkê, heya asteke gellek baş kariye li bercestekirina hêza mirovî û potansiyîla şoreşvanên Rojhelatê Kurdistanê, bandor li ser hebe, û bibe gotareke zal di panahiya xebata siyasî û medenî a taken civakê de, û ew gotara û ekterên wê, ku niha edî rola hêza bizwêner bo afirandina dîrokeke nû dilîzin, di rastî de hewceye wir de em îşarê bi vê yekê jî bikin, ku Rasan tenê piroseyek nine bo derketina di bin zilm û zordariya desthilata dîktator, û gihîştin bi azadiyê, belkû gotareke ku li ser bingeha nêrîneke nû bo siyaset û beşdariya tex û qatên civakê di tevgerê de, hem jî bingeha serkevtineke xwedî bingeh û hertimî bi dest ve tîne, û hem jî rêxweşkere bo avakirina demokrasiyeke cêhigîr û rast.