Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Ciwanro

19:25 - 26 Şibat 2013

A:Mecîd Rajanî

Ciwanro yek ji şaristanên herî xweş û bi nav û deng yê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ye. Bajarê Ciwanroyê nawenda şaristanê ye. Bajêr ji aliyê başûr tevî şaristana Serpêla Zehaw, li rohilat tevî Kirmanşan, li bakûr tevî Pawe û li rojava tevî Kurdistana Îraqê hevsînor e.
Li gorî serhijmêriya sala 1385’an a Rojî nifûsa şaristanê 62.259 kes e.
Xweza û seqaya herêmê çiyayî û yek ji herêmên herî xweş ê parêzgeha Kirmaşanê tê hesibîn. Bajarê Ciwanroyê di nava geliyek Kûr û çiyayî hatiye çêkirin. Ev çêkirine bi awayekê ye ku çiyayê Şaho wek dîwarekê li çar kîlomêtriya bajar, bi sîngê xwe yê tejî, bajêr li hembêz girtiye û ew herêm wek bajarekî torîstî tê hesibîn.
Xelkê bajêr hemû Kurd û bi zaravê Soraniya Cafî dipeyvin. Gelê herêmê hemû Misilman û li ser mesebê Sûnî a Şafi’î ne.
Şaristana Ciwanroyê li çar herêm û du bajêrên Tazava û Ciwanroyê pêk tê.
Li herêma Ciwanroyê de seba hebûna çiyayên gelek bilin, rûbarên bi heybet hene ku em dikarin bo mînak îşarê bi rûbarên Sipî Berg û Leyle bikin.
Xelkê herêma Ciwanroyê bi giştî cotkar û ajeldar in û gelê herêmê li wan du rêyan debara jiyana xwe peyda dikin. Li herêmê de bazarçeyek sînorî heye ku ew bazarçe jî ji bo gelê herêmê bi bereket e, û bi xasmanî xelkê bajêrê Ciwanroyê debara xwe û malbatên xwe ji rêya înan û birina kel û pelan ji bo her du aliyên sînor peyda dikin.
Kurdên Ciwanroyê gelekî welatparêz û geldost in. Li serdemê rejîma Şahê Îranê Kurdên Ciwanroyê gelek caran li dijî zext û zora Şahê Îranê dest bi xebatê kirin û her seba xebata wan gelek caran herêm hate kavilkirin.
Li serdemê rejîma Xumêynî de Kurdên Ciwanroyê bi awayek gelek xurt di pêxema azadiya gelê Kurd de dest bi xebatê kirin, lê mixabin rejîma Xumêynî êrîşî ser herêmê kir û gelek xelkê sivîl komkuj kirin.
Li refên partiyên Kurdistana Îranê û bi taybetî PDKÎ de gelek ji ciwanên vî bajrî xebat kirine û dikin û niha jî refên şoreşa gelê Kurd li xebata Ciwanroyiyan bêpar nebûye û bi sedan ciwanên wê herêmê li halê xebat jibo rizgariya neteweyî ne.