Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Eywanê

14:54 - 15 Îlon 2013

A: îdrîs Sitwet

Şaristana Eywanê li bakûrê parêzgeha Îlamê hilketiye û nawenda wê jî Eywan e.
li gor van zanyariyan ku di pirtokên dîrûkî de hatine, di berê de navê Eywan “Aryox” bûye û piştre di serdemê sasaniyan de guherîne bo “Aryoxan yan jî Aryohan” ku nawenda Mah Sebendan bûye.
Şaristana Eywanê ji bakûr tevî parêzgeha Kirmanşan, ji rojhelat tevî Aîrwan Çoldawil, ji aliyê başûr tevî Îlam û ji rojava tevî Îraqê hevsînor e û piraniya xelkê vê şaristanê Kelhor in û kurd in û bi kurdî û bi devokên Lorî û Lekî dipeyvin.

Li gor serjimêriya sala 1385’ê Rojî (2006), şaristana Eywan 127,752 kes e û ev devere wek piraniya bajarên kurdistanê av û hewayek hênik û xweş û bi piranî dar û bar heye û çavkaniyên ava wê jî zaf in wek çavkaniyên kanî û rûbar û befr û baran jî digire û axa wê jî pir baş e û piraniya akinciyên vê deverê bi cotkariyê mijûl in û bijîva jiyana rojane a xwe di van zewiyên xwe de berhem tînin û zincîre çiyayên Zagros jî bi navê Banko, manşêt û Şîrezol li vir derbaz dibin ku piraniya van çiyayan bi daran hatiye dagirtin û darên Belût, Bine, Zalzalek û Badam hene û piraniya giyayên dermanî jî di van çiyayan de peyda dibin.

Di vê şaristanê de wek bajarên din ên kurdistanê cihên geryanê hene û em dikarin îşare bi gundê torîstiya Xoran, geliyê Korîs, kaniya Sipî, tengeya Rinû, tengeya Koşk, Pilin Kûna, Şêr Pena, geliyê Danok, şikevta Înficarî, Şikevta Tilism, Agirdana Siyahgil, sêkel, Kopika şimîran, Gonbeda Cehangîr û Taqa Şirîn û Ferhad û .....hwd bikin.

Panahiya vê şaristanê 1153 hezar metr çargûşe ye ku dike %6 panahiya parêzgeha Îlamê.

Bajarê Eywanê bajarek kevn e û kevnariya wê vedigere bo serdemê Sasaniyan û Îslamê û ji ber kevnaretiya wê, şûnwarên kevn jî hene wek:
Devera Rinû, agirdana Sepan ku vedigere bo serdemê Sasaniyan, agirdana Gengîr, Taq Şîrîn û Ferhad û .....hwd.