Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Kamyaran

14:30 - 10 Kanûna Paşîn 2013

Mecîd Cinîkanlû
Şaristana Kamyaranê yek ji Şaristanên parêzgeha Sinê ye ku dikeve başurê rojavayê Îranê. Kamyaran di 65 kîlometriya bajarê Sinê de hilketiye, û pêka serjimêriya sala 1385’an a Rojî , nifûsa wê şaristanê 105.895 hezar kes bûye. Şaristana Kamyaranê xwediyê 191 gundan e.

Şaristana Kamyaranê ji çar herêmên sereke ên wek: Bêlewar, Jawero û Şaho pêk tê, û xwediyê du bajarên Kamyaran û Muçiş e. Navenda sereke ya Şaristanê bajarê Kamyaranê ye.
Hemû kultur û edetên xelkê herêmê wek piraniya akinciyên parêzgeha sinê ye. Xelkê herêmê hemû Kurd û bi zaravê Soranî a Erdelanî dipeyvin. Şaristana Kamyaranê di werzên Buhar û Payîzê de xwediyê av û seqayekî gelek xweşik û rinde. Kamyaran seba vê yekê ku dikeve başûrê parêzgeha Sinê di nava zincîre çiyayên bilind de hatiye dorpêçkirin, û derdora herêmê bi çiyayên wek Şaho hatiye xemilandin ku seba bilindiya çiyayên herêmê ên wek Şaho xwezayekî taybetî di herêmê de heye ku mirov dikare ji bo demên geryanê mifahê jê bistîne.

Zincîre çiyayên Zagros ji çiyayê Bêsitûn a Kirmanşanê dest pê dike û heya deşta pan û bi bereket a Kamyaranê dirêj dibe. Seba cînaretiya Kamyaran û Kirmanşanê û hebûna zaf bingehên wekhev, di herêmê de gelek Kurdên Kelhor jî akincî ne.

Di herêmê de gellek cihên taybetî ji bo geşt û geryanê hene ku ji wan gundê dîrokî yê Palinganê di hemû Îran û Kurdistanê de xwedî nav û deng e. Herwusa gellek cihên din yên torîstî ji bo geryanê hene wek: Bendava Gavşan, Kaniya Bayspirne, Daryam, Kêla dîrokî a Tengerû, Kopikê Tûbire Rîz, Mezarê Hezretê Ekaşe, Hewraman û gelek cihên din.

Di derheq dîroka şaristanê de, li çavkaniyên dîrokî gelek tişt hatine nivîsandin. Pêka çavkaniyên dîrokî Kamyaran her di despêka hebûna mirov di herêmê de cih û warê Kurdan bûye. Li çavkaniyên dîrokî de bas ji qewemekî bi navê Kardo tê kirin ku di vê herêmê de akincî bûne û xwediyê çandekî gellek zengîn bûne.


Tê zanîn ku berê di salên 1340’an a Rojî de, Kamyaran gundekî 300 malbatî bûye ku di nava bax û baxçeyan de hatibû dorpêçkirin. Malên gund di nava gund û li cihekê bi navê “Nav Qela” ku îro rojê jî her maye hatibûn çêkirin. Niha jî li nav bajêr de bi vê herêmê Kamyarana kevin tê gotin. Li nava bajê de hin cihên din hene ku dibêjin cihê Cihûyan bûne ku piştî sehildana gelên Îranê ya li sala 1357’an a Rojî û bi deshilat gehiştina melayan û zext û givaşa wan ji bo wan Kurdên Cihû, bi neçarî Kurdistan bi cih hêştine û ber bi Îsraîlê ve çûne.Piştî sala 1360’î û çêkirina cadeya Sine -Hemedanê Kamyaran wek bajarekî nêz bi rêya hat û çûyînê bû xwediyê girîngiyek zaf û hêdî hêdî ber bi pêşve çû. Bi pêşkevtina bajêr û her wusa hatina xelkê din ê herêmê ji bo Kamyaranê bajar hêdî hêdî mezin bû.

Di destpêka serhildana gelên Îranê bajarê Kamyaranê bi tundî kete ber êrîşa hêzên rejîma Îranê û gelk ji xelkê herêmê seba berevanî ji xwestekên xwe ên dêmokratîk hatin kuştin. Di herêmê de PDKÎ û Komelê xebat dikirin û gellek ji xortên wan herêman di nava wan du partiyn siyasi û di hember êrîşa hêzên rejîmê de canê xwe goriyê rêbaza gelê xwe kirin. Şehîd Şapûr Fîrozî ku yek ji endamên rêberiya partiya demokrat a Kurdistana Îranê bû, xelkê herêma Kamyaranê bû ku li hember êrîşa Komara Îslamî ya Îranê de bi mêrxasî şer kir, û canê xwe goriyê rêbza neteweya xwe kir.

Komara Îslamiya Îranê ji xortên Kamyaranî gellek ditirse û wan wek gefek mezin ji bo hebûna xwe dihesibîne. Mamostayê Şehîd, Ferzad Kemangerê ku di sala 1389’ê de hate darvekirin xelkê bajarê Kamyaranê bû, ku di nava zîndanên rejîma Îranê de bi awayekî netirsana berevanî ji xwestikên Kurdan li rojhilatê Kurdistanê dikir ku di encam de, ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Bê goman Kamyaran dê gelek Şapûr û Ferzadên din bide dayîka welat.