Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê fermandarên din ên Spaha Pasdaran di Sûriyê de hatin kuştin

15:20 - 16 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Sê fermandarên din ên Spaha Pasdaran a terorîst di şer û pevçûna digel hêzên opozisyona rejîma Beşar Esed di Sûriyê de hatin kuştin.
Çavkaniyên ser bi Spaha Pasdaran bas ji kuştina sê fermandarên din ji girûpa xwe ya terorîstî bi navên Mes’ûd Esgerî, Mihemedriza Dêhqan û Ehmed Etayî di bajarê Heleb a Sûriyê de kirine.

Binkeya ragehandinê ya “Azadiganê Îran” jî bi weşandina wêneyên termê wan kesan, nûçeya kuştina wan sê kesan piştrast kir, ku li gora amarên fermî ên rejîma Îranê bixwe, zêdetir ji 40 pasdarên Spaha Pasdaran heya niha di Sûriyê de hatine kuştin.

Malpera “Meşriq” jî bi weşandina wêneyan û navê pasdarên ku di Sûriyê de hatine kuştin, bas ji kuştina 20 pasdaran di van du hefteyan de kiriye.

Ji aliyekî din ve nûçeyk li derheq kuştina Qasim Silêmanî fermandarê Spaha Quds li nêzî Helebê belav bûye, ku hêla ew nûçe rastiya wê nehatiye piştrastkirin.

Heya niha malperên ser bi rejîma Îranê di hemberî belavbûna vê nûçeyê de tu dijkiryarek ji xwe nîşan nedane.