Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şênwarên DîrokîÊn Kurdistanê LiJêr Siya Rejîma Îranê De

21:31 - 23 Gulan 2013

Îdrîs Sitwet

Mîratên çantî, nasnameya netewe, civak û xelkê nîşan didin û nîşaneya çawaniya jiyan kirina civaka berî me û rêyek ji bo naskirina dab û nerîtên berê, û bawerî û hewl û tekoşîna mirov ji bo mana xwe û zalbûn bi ser xwezayê de ye.

Welatê me Kurdistan ji welatekê kevn û dîrokî ye û her di rojgarên kevnar de cihê jiyana xelkê curbicur bûye û wek welatek ku xwediyê çandeke dewlemend e di nava şaristaniyetên cîhanê de ye, tê xuyakirin gellek şûnwarên dîrokî têde hene, Wek: “li parêzgeha Kirmanşan Taqwesan, Şikefta Qorî Qela, ketîbeya Bêstûn, me’beda Anahîta ...hwd, li parêzgeha kurdistan kelha Zîwiye, şkefta Kereftû, Text Silêman, ketîbeyên Tengîwer, kelha Qîlantû, û li parêzgeha Urmiyê kelha Bêrdûkê, kelha Telaw, kelha sê gunbed, kilîsaya Nenê Miryem, kelha Dimdim.... hwd. Mixabin hin paşmaweyiyên wan şûnwarên dirokî, xincî vê ku hindek bi lehî û ba û baranê herifîne, hin jî ji aliyê dijberên neteweya kurd ve hatine jinavbirin, mîna kelha Dimdim a Xanê Lepzêrîn, û hin jî ji aliyên dagîrkerên kurdistanê vê hatine dizîn û firotin. Di rastî de komara Îslamî tu giringiyê nade şûnwarên kevnare neteweyên din, û di cihê vê ku wan biparêze, wan ji nav dibe. heta mîrata çandî ya gundê “Gogtepe” ya parêzgeha Urmiyê ji aliyê hin kesên nenas ve hatiye talankirin û heya niha çend carî tiştên kevnare gundê han bi talan birine. Niha zaf mîratên çandî ên kurdistanê tehlûkeya herifînê li ser heye, weke zanîngeha pizişkî ya Urmiyê ku li sala 1267’an (1888) ji aliyê “Dr. Jozêv Kakran” ve hatiye çêkirin, û kilîsaya gundê Gogtepe û ...hwd.

Di rastî de giringîdan bi wan mîratên çandî û parastina wan li hember jinavçûnê erkê dewletan e. Lê mixabin em di welatekî de dijîn ku karbidestên deshelatdar di vî welatî de li ser dizîn û jinavbirina şûnwarên kevnar ên welatê me, rikeberiyê bi hevre dikin. Lewra vê demê em dikarin xatircem bin ji parastina wan şûnwaran ku deshilatek demokratîk û xelkî bête ser kar.