Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serînetevandin waneya rêberekî mandînenas bo Hizba Demokrat

20:48 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012

Rambod Lutfpûrî


Merc nine her kesek di şoreşê de beşdar be xwedî kesatiyek şoreşvanî be. Eve rastiyeke ku hemû şoreşgêrên cîhanê li xwe digire. Herçend li nêrîna siyasî ve hemû beşdarên şoreşê bi kesatiyên şoreşvan tên pênase kirin, lê şoreşgêr di dîtingeha derûnnasîiya civakî ve û bi baweriya kesên weke ‘’Erîk Firom’’, ew kese ye ku mebestdarane û bi bawerî ve tevlî şoreşê dibe.

Wate helwesta wî/ê piştqahîm e bi meirîfeyekê ku jêre bûye bewerî û di hizr û bîra wan de reh û rîşala xwe dakutiye. Lewma kesatiyê şoreşgêr baweriyek qahîm bi xwe û rêbaza xwe heye û di rewş û kavdanên herî dijwar de jî tûşî lerizîn û paşgezbûnê nabe.

Taybetmendiya han rengvedanek berbiçav di kesatiya Dr. Qasimlo de heye. Dr. Qasimlo rêberiya bizavekê dikir ku gelek ewraz û nişîv dîtine, gelek qonaxên serkevtin û şikistê ceribandine, gelek xortên biwêr û kesatiyên mezin pêre bûne ku beşek ji wan yan şehîd, yan birînadarû kêmendam bûne, yan di qonaxek ji qonaxên dijwar ya xebatê de tûşî bêhêvîtiyê bûne û karwanê xebatê bi cih hêlane, cuda ji wan kesan ku bi neçarî û dûr ji vîn û xwasta xwe ji refên xebatê dûr ketine.

Yek ji sedemên vê bicih hêlanê jî dikare li nebûn yan jî lawazbûna baweriya şoreşgêrane di wan kesan de be. Wate beşek ji wan kesan xwedî vê kesatiya şoreşvanî nebûn û hinek sedemên lawekî ew derbasî nav şoreşê kirine.
Di rewşek weha de ye ku kesatiya hedaneder ya Dr. Qasimlo baştir derdikeve holê. Lênihêrîn û hawrîdanek bi ser helwest û biryarên Dr. Qasimlo di qonaxên cuda yên xebata Hizba Demokrat de, tabloyek ji însiyatîv û qerara şoreşvanî a rêberekê nîşanî me dide ku niha jî bandor li ser xebata partî û netewa xwe de heye û bûne waneya rêbazek şoreşvanî.

Çend mînakên dîrokî


Piştî serkevtina şoreşa Îslamî û li demekê de ku got û bêjên dewleta demî ya Îranê û aliyê kurd bona dabînkirin û bidestveanîna mafên netewa kurd di Îranê de bêencam dimîne û rejîm biryara şer û cîhadê dide, dr. Qasimlo wekî rêberê Partiya Demokrat û şoreşa netewî a Kurdan li vî perçeyî de, tevî wê ku haydarê newekhevî û nehevsengiya hêzê û bihêzbûna dujminê xwe bû, lê biwêrane biryara berxwedan û berevaniya çekdarî dide. Nemaze piştî dagîrkirina bajar û gundên Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê û paşdekişyana neçarî ya hêzên kurdan bo derweyî welat jî, dîsan teslîm nabe û digel bêhîvîtiyê berbirû nabe, belkî alaya şoreşê her bilind radigire û dibêje: Bi baweriya min eva ku bo şoreşgêrekê girînge ew e ku nabe tu demekê şermezarê wijdana xwe be û dibe herdem bikare îdea bike ya ku ji dest hatibe di pêxema şoreş, azadî û rizgariya nîştimana xwe de encamp daye.

Agirbenda navbera Îran û Îraqê, metirsiyek mezin xiste ser bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd li başûr û rojhilatê Kurdistanê û egera şikest û têkçûna tevgera Kurdî li her du parçeyên Kurdistanê de bûye qapûsa xewna azadîxwazên kurd. Tirsa ji bazerganîkirin bi doza kurd ji aliyê her du dewletên Îran û Îraqê ve, beşek ji rizgarîxwazên kurd û nemaze serkirde jî tûşî meraq, dudilî û bêhêvîtiyê kir. Lê di wê rewşê de jî Dr. Qasimloyê rêber bi jêhatî û zîrekiya xwe, şiroveya rewşê dike û dibêje; Niha hekî dîrok dubere bibe û ew welatên ku Kurdistan bi ser wan de hatiye parve kirin, carek din jî bona herifandina tevgera nîştimaniya gelê kurdistanê lihev bên (herçend ku îmkana karek weha kêm e), dive kurd çi bikin?

Di rewşek weha de, bi tenê riyek ji kurdan re dimîne, ew jî ev e ku yek bigirin û bi tewahiya hêza xwe berevaniyê ji xwe bikin. Bi eşkere dibe bibêjîn ku vê carê bas ji aşbetal xwe radest kirinê di rojevê de nine. Berevanî û berxwedaniya gelê kurd li gund û bajarên kurdistanê her dirêjî heye û ji hemû metodên xebatê mifah tê wergirtin.

Îro tevgerek bi tewahî rêxistî û sazimandayî bi rêberiyek şoreşvan ve li kurdistanê di rojevê de ye.
Xwebawerî û pişt qahîm bûn bi hêza şoreşê, ji wan taybetmendiyên şoreşgerane bû ku bi tewahî li hizr û kiryarên Dr. Qasimlo de reng vedabû, lewma di gel vê ku bi lêzanî û şarezayî ve mifah ji hemû fakterên derekî û navxweyî bona pêşxistina tevgerê distand û xwedî dîplomasiyek bihêz bû bo pêkanîna peywendiyên di navbera hêzên kurdistanî, Îranî, deverî û cîhanî de, lê berî her tiştî giringî bi hêza netewa xwe dida û digot: ‘’Di pêş de bila em girîngiyê bi hêza bêdawî a gelê kurd bidin û li xwe û xebata xwe xatircem bin û weke fakterekî serbixwe li qada siyasiya welat de xwe derbixin, wê demê ê piştewanên me zêdetir bin û zemîne û zurûfa serkevtinê jî baştir berhev dibe’’.

Dr. Qasimlo hem li gor pêgeha civakî a xwe û hem jî li gor pêgeha zanistî û siyasî a xwe dikarî cih û pileyek baş û bilind ji deshilata Îranê yan aliyê kêm li Ewropayê de hebe, lê em dibînin ku bi fîdakarî û moralek şoreşvanî ve li Kurdistan û çiyayên wê de dimîne û hembêza Qendîl, hevaletiya pêşmergan û jiyana dijwar ya partîzanî hildibjêre. Dr. Qasimlo gelek caran bi eşkere bas ji armancên xwe û PDK Îranê dike û bi xelkîbûna wan daxwazan dixe pêş çawan. Bo mînak dema got û bêjên bi dîplomat terorîstên Komara Îslamî re li bajarê Viyenê, di bersiva nûnerên Îranê de ku daxwazê jê dikin desta ji Xudmuxtarî (otonomî)ê hilbigre, dibêje: Eva nemumkin e ku çavpoşî ji peyva xudmuxtariyê bê kirin. Peyva han bo gelê kurd watayek atifî û dîrokî heye. Peyva han sembolîk e.

Yan carek din û di got û bêjek din bi ‘’Atîfe Gurgîn’’ re dibêje: ‘’Em li ser vê baweriyê ne ku piştî ceribandina du deshilatên serberedayî û tund û tûj ên Paşatî û Xumênî, êdî dema wê hatiye ku sîstemek demokratîk li Îrannê bihê avakirin, em amade ninin digel tu hêzek alîkarê dîktatoriyê hevkar bin û di bingeh de em her terze dîktatoriyekê red dikin. Em dixwazin bi yekcarî dawiye bi kombûna desthilatê li Tehranê bînin’’. Ev û gelek nimûneyên din nîşanderê vê rastiyê ne ku serhildana Dr. Qasimlo dûr bûye ji har terze mebestek takekesî, yaxîbûn bûye ji deshilata serberedayî, belkî serhildan bûye di pêxema bidestveanîna hin mebest û armancên giştî bi taybetî mafên pêpeskirî ên neteweya bindestê kurd.

Di dawiyê de em dikarîn bibêjin ku jêhatiya siyasî, însiyatîv û bawera qahîm a Dr. Qasimlo bi xebat û rêbaza xwe, kesatiyek rijd û dahêner jê ava bû ku qonaxên herî dijwar yên xebatê jî ew nexist qedeman û nesrewtû û bi lêzanîn ve cemeda bêhêvîtiyê dişkand û riyên nû vedikirin. Di heman dem de ev kesatiyê hedaneder bandorek wusa li ser xebata partî û netewa xwe danî ku waneya nesrewtin û hedanedan û berxwedanê kire hêma û nîşana man û hêvênê serkevtinê.