Biryarnameya pîşniyarkirî ya li dijî rejîma Îranê ji aliyê Şêwerya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ve bi 30 dengên erê hate pejirandin.
Di vê biryarnameyê de nigeraniya derheq hevkarînenekirina rejîma Îranê bi Ajansê re hatiye behskirin û daxwaz ji Tehranê jî hatiye kirin ku bi tevayî bi Ajansê re hevkariyê bike.
Ev biryarnameya ji aliyê 30 welatan re dengê erênî hate dan û Çîn û Rûsiyayê dengê ne dan û Pakistan, Lîbî û Hundistanê dengê bêalî dan.
Pêşnivîsa biryarnameyê li derheq vedîtina madeyên radyoaktîf ên li Parçîn, Turquzabad û Merîwanê ku hatibûne dîtin, ji aliyê Amerîka û 3 welatên Ewropayê ve hatibû amadekirin û Ajansê li derheq wan sê cihan rohnkirin ji Îranê xwastiye û ji Îranê hatiye xwastin bi bê rawestan dihgel Ajansê hevkariyê bike.
Amerîka, Almanya, Brîtanya û Fransayê ji Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî daxwaz kirine ku Îranê bi redkirina bersiva pirsên ku midehek e bêbersiv mane, tawanbar bike.
Di daxuyaniyeke hevpar a wan çar welatan de wiha hatiye: “Em daxwazê ji Îranê dikin ku guh bide daxwazên civaka navnetewî û ji bo cîbicîkirina erkên xwe yên yasayî û ji bo çareserkirina nerohniyan û çareserkirina pirsgirêkên ragirtî bi bê direngxistin digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî kar bike.”
“Naftali Bennett” Serowezîrê Îsraîlê li derheq wê biryarnameyê dilxwş bû û bi weşana Tiwîtekê nivîsî: “Eva biryarnameyek girîng e ku rûyê rastîn ê Îranê eşkere dike.”
Rejîma Îranê li dijî wê biryarnameyê her zû bertek nîşan da û Saziya Wizeya Navkiya rejîma Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ji îro ve kamerayên çavdêrî yên Ajansa Navnetewî di navendeke navkiya xwe de temirandine.
Hevdem, Wezareta Derve ya Rejîma Îranê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe nivîsiye: “Em vê biryarnameyê wek kiryareke siyasî, nerast û nesazişkar, şermezar dikin.”
Wê Wezaretê di berdewamiyê de nivîsiye: “Pejirandina biryarnameyê ku li ser bingeha rapora bilez û bêhevseng a Rêvebirê Giştî yê Ajansê û li ser bingeha zanyariyên derew û çêkirî yên Îsraîlê hatiye amadekirin, tenê dê pêvajoya hevkarî û peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê digel Ajansê lawaz bike.”
Berdevkê Wezareta Derveya rejîma Îranê “Seîd Xetîbzade” jî di twîtekê de bi zimanê Îngilîzî nivîsî ku “bersiva Îranê dê bi biryar û tund be.”
Rejîma Îran dibêje bernameya navkiya wê rejîmê aştîxwazane ye û ji bo kiryarên şer bikar nayêne.
Lê piraniya welatên Rojavayî û welatê Îsraîlê li ser vê bawerê ne ku rejîma Îran dê di hefteyên bê de bigihîje bi bombeya navkî û her lewma tevahiya hewla wan li dijî Îrana Navkî ye.