Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreş zarokên xwe dixwe!

20:16 - 26 Şibat 2013

Selîm Zencîrî

“Şoreş zarokên xwe dixwe”, eva gotinek e ku li ser gelek şoreşan weke ya Oktober, Feranse û ya 1979’an a Îranê tê gotin. Ji ber ku dîroka sê dehsalên derbasbûyî ên Îranê rast di vê riyê de gav avêtiye. Dîrokek ku şerê desthilat û talanê ji riyên tund û tûj û binpêkirina hemû usûl û pirensîpên exlaqî, mirovî û şoreşgerî ji aliyê desthilata hakim ve heya niha berdewam kiriye.

Raste ku gelên Îranê karîn rejîma paşatiyê biherifînin û ‘’xirabek’’ê li ser kar bavêjin, lê bi sadeyiya xwe “xirabtir’’ek anîn serkar. Jiber ku kultûra Xumênî û derdorên wî jî heman îstibdadî, pawanxwazî û li ser bingeha tund û tûjî, bêbextî, durûyî û direvan bû. Ev siyaseta her li dema ku Xumêynî ji pêlekanên balafira Firansî li Tehranê de hate xwar, dest pê kiriye û heya niha jî berdewam dike. Xumênî li Parîsê de ragihand ku dê Komarek li şeklê Komara Firansayê li Îranê de ava bike, lê her zû bûye evîndarê xatûnek bi navê desthilatê û hêza xwe ji riyên neyasayî ve qahîm kir. Piştî îdam û jinavbirina alîgir û rayedarên rejîma paşatiyê, derheq gelê kurd û partiyên siyasî û pêşeng weke PDK Îranê çi xemsarî nekirin, û nehiştin ku birînên xedra çendîn salî ên wan hişk bibin û nefesek azad bikşînin.

Rayedarên rejîmê carna dibin du deste. Gurûpek tundrew û hişk, ya din jî nerm û li ser xwe û bi hesab reformxwaz. Evana tu nakokî û dijberiyek li ser naverok û îdeolojiya rejîmê, siyaset û stratejiya nîzamê ninin û bi tewahî bawerî pê hene, lê di taktîk û şêwaza birêveberî, desthilata pitir û talan û doşîna zêdetir a xelkê de hin ciyawazî û dijberî hene. Hin caran aliyê nermrew heta xwe wekî opozîsyon jî nîşan dide, her eva ku bi nav reformxwazan ew rol lîstin û bo çend salan kum danîn serê xelkê Îranê û civaka cîhanî.

Paşan di şeklê tevgera Kesk û niha jî Ehmedînejad û derdorên wî bi qewlê rejîmê ‘’Seranê Fitnê’’dixwazin xelkê li vê qonaxa hesas û aloz a Îranê li warê aborî, siyasî û civakî de mijûl, dilxweş û hêvîdar bikin, û bi vê yekê jî carek din temenê rejîma dijîgeliye xwe dirêj û gemiya rejîmê li vê deryaya tofanî a Îranê de rizgar bikin.

Dema ku desthilata nerewa li Îranê de hest û hêza dadperweriyê ji hakiman standiye, tenê hêz û îradeyek qahîm dikare vê desthilatê ‘’Mehar’’ û jinav bibe. Ew jî xelk e. Xelkê ku 34 sal in li hemberî hemû zulm û cinayetên rejîmê de berxwe didin û bi şeklên cuda li hemberî faşîzma rejîmê de sekinîne, weke borkanekê ne, ku ji sîngên şevitî pêxorê dikin û her gav egera teqîna vê borkanê heye. Ew êdî lîstikên rejîmê baş nas dikin û nakevin davekê ku sê dehsal in ji wan re hatiye danîn. Vê carê dibe bi têgihîştin ji kultura demokrasiyê dawiyê bi vê hikayeta biyom li Îranê de ku ‘’Şoreş zarokên xwe dixwe’’bînin.