Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Taybetiya Cil û bergên Jinên Kurdan

14:25 - 7 Tebax 2012

Taybetiya Cil û bergên Jinên Kurdan

Sevda Kaplan

Belê taybetiya cil û bergên jinên Kurdan çi ne? Ji bo gel çima girîng e? Cil û berg jiyana mîlletekî dide nîşandan? Gelo li herêmê hîn tê bikaranîn? Divê mirov di destpêkê de bersiva van pirsan bide. Bi rastî cil û bergên Kurdan, dîroka ku bi sedsalan dide nîşandan. Neqşên ku li ser fîstanan hatine neqşandin, taybetîya modelên cilan, nîşanê me dide ku ev gel bi sedsalana hebûne û li herêma Mezopotamya’yê jiyane. Cil û bergên Kurdan, ji me re, rêça dîrokê dide xuya kirin.

Li herêmê , hîn jî jin û mêr ev fîstanên folkilorîk bi kar tînin. Dinya her çi qas bi aliyê rojavayê de biçe jî, Kurd dev ji orf û adetên xwe bernadin. Bi taybetî jî jin dev jê bernadin. Em li demên berê dinêrin jin fîstanê xwe , mêr jî şal û şepikê xwe li xwe dikirin.

Lê niha li hinek deveran de, bi gelemperî jî mêrên dev ji şal û şepikê xwe berdane. Şûna şalê de pantor li xwe dike. Helbet jin jî dev ji fîstanên foklorîk yanî ji fîstanên reng bi reng berdaye. Hinek tişt hatiye guhertin, lê dîsa jî mirov nikare bibêje ku bi temamî dev jê berdaye.
Taybetiya lîbasan heye. Mînak, Bi gelemperî qumaşa fîstanên foklorîk reng bi reng e. Gelekî bi xeml e. Dirutina wê (wî) jî li gor herêman tê guhertin. Jinên Kurd, him bi rengên fîstanên xwe, him jî bi modelên fîstanên xwe, xwe didin xûyakirin.

Lîbasên jinan li gor deman cûr bi cûr in. Fîstanên ku di nav malê de tê li xwe kirin cuda bû. Yê ku li derva tê li xwe kirin jî cuda bû. Yanî bi kurtasî curên fîstanan hebûn. Jin an mêr li gor demê li xwe dikirin. Mirov dikare Mînakek bide; Jin dema ku diçû çolê an jî di nav malê de bû fîstanên bi xemil û teng li xwe nedikirin. Pêştemalek li ber fîstanê xwe girêdidan û karê malê an jî karê çolê dikirin. Ji viya re jî fîstanên malê dihate gotin.

Li ser fîstanan quşaxek girê didan. Jê re Piştemal dihat gotin. Piştemal; bi gelemperî li ser fîstanê dihat girêdan. Wekî sêgoşe dihate katkirin û dihate girêdan. Tiştên xwe yên taybet wekî pere, cîxare, seat…hwd dikirin kêleka piştemalê. Rengê wê jî bi gelemperî zer bû. Dişibiya agalê. Gelo taybetiya piştemal û pêştemal çibû? Ez wisa difikirim, pêştemal; ji bo ku dema kar dikirin, nedixwestin ku fîstanê wan qirêj bibe loma li ber xwe girêdidan. Piştemal jî; ji bo ku him fîstan nekeve û him jî ji bo ku wezîfeya kemberê pêk bîne dihate girêdan.

Sedemên taybetiya piştemal yek jî ez dibêjim ku, jin an mêr dema ku barên giran diavêtin ser milê xwe, dixwestin ku bila piştemal piştgirî bide pişta wan, bi hêz dibûn. Ji bo vêya lazim bû ku tiştekî li ser pişta xwe girêbidin.

Ev jî piştemal bû. Yanî pişta xwe zexim dikirin. Însanên ku li gundan dijîn, kar û barê wan her tim giran bûye. Çol û baniyan de dişuxulîn. Ger kevir radikirin, ger telîsên genim, ceh, nîsk…hwd radikirin, ger erd diajotin, ger jî pez radikirin. Yanî bi kurtasî hewce bû ku cil û bergê wan jî li gor jiyana wan be. Mêrên Kurdan bi gelemperî şal û şepik bi kar anîne.

Agal avêtiye ser serê xwe, piştemal li ser pişta xwe girêdaye, goreyên hirî kiriye pê…hwd.
Jin jî kofiyê biheftreng daye ser serê xwe, bisk û kêziyê wê hebûne, fîstanekî heya bin çongê dirêj li xwe kiriye. Bin de derpêyek fireh li xwe kiriye. Wê jî wekî mêran li ser fîstanê xwe piştmalek girêdaye. Helbet ev modelên fîstanan, an şal û şepikan li her herêmê hatiye guhertin. Helbet girêdana wan jî hatiye guhertin. Lê meriv dema ku li van cil û bergên mirovan dinêre, mirov dizane ku ji kîjan herêmê ye an jî kîjan milletê ye. Lîbas carna rewşa wî milletî dide nîşandan.

Rengîniya fîstanan, cur bi cur bûyîna wan jî, li me dide fêhmkirin ku, çandekî çi qas dewlemend e. Dewlemendiya Çand û Kultûra Kurdan, mirov dikare bibêje ku ji cil û bergên wan jî tê fêhemkirin.


Helbet mirovên herêmê ne wek berê bi vê rengî dijî. Her tiş dibin bandorên derdora, piçekî hatîye guhertin. Mînak; jinên herêmê dîsa fîstanên dirêj li xwe dike, piştemal dîsa li ser pişta xwe girê dide. Lê belê wekî berê kofî nade ser serê xwe. Êdî kitanek sipî diavêje ser serê xwe. Hinekan li ser kitanê, ji perçeyên heftreng girê dide, hinekan jî her kitan tenê diavêje ser serê xwe. Mêr êdî şal li xwe nake.

Agal neavêje ser serê xwe şapqeyên şeşgoşe dide serê xwe an aw jî nade ser serê xwe.
Hew em dibînin ku mêrên îxtiyar şalê li xwe dike. Ciwanên niha bi temamî dev ji şalê berdaye. Bi tevayî pantor li xwe dikin. Agal jî neavêjin ser serê xwe. Carna di cejnan de hew bi kar tînin. Lê mixabin, em niha dibînin ku ev cil û bergên Kurdan êdî hew ekîbên govendan de maye……