Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîzma mûşekî

11:57 - 13 Îlon 2018

 Kerîm Perwîzî

 Roja 17’ê Xermananê a 1397’an a Rojî (8’ê Îlonê a 2018’an a Zayînî), roja tawana mezin a rejîma terorîstî a Komara Îslamî ye, lê ew cara yekemîn nebû ku rejîmê, rûyê xwe ê çewt nîşanî dunyayê da.

 Di wê rojê de Spaha terorîstî a Pasdaran, çendîn mûşek li baregehên Hizba Demokrat û kampa malbat û jin û zarokên Demokrat dan.

Mixabin di encama vê tawanê de wêranî û karesateke mezin çê bû û 15 kes hatin şehîdkirin û hejmareke din jî birîndar bûn. Êrîşa bi mûşekan a ser kampên Demokrat, karvedan û şiroveyên cuda li pey xwe ve anîn. Ji aliyekî ve tawanên Komara Îslamî hatin şermezarkirin û ji alî din ve piştevaniya Hizba Demokrat û xebata Kurdan li Kurdistana Rojhilat û hevxemî û hevderdî di asta cîhanê de li pey xwe ve anîn.

Emê di vir de bi kurtî behsa hin xalên girîng ên bûyerê bikin. Lê bê guman şiroveyên zêdetir û kûrtir jê re pêwîst in û divê hemû alî ji bo şirovekirina wê û helwestgirtin di vê derbarê de kar bikin. Xaleke balkêş ev e ku roja 17’ê Xermananê a sala 1357’an, rejîma şah, tawaneke bi heman rengî encam da û dehan kes ji xelkê serhildêr ê Îranê komkuj kirin. Herwisa bi rojjimêra Zayînî jî, çend rojan berî 11’ê Septambrê (Îlonê) bû ku terorîstên El-Qaîde hin balafir dizîn û karesata terorîstî a burcên cêvî pêk anîn. Bi van dîrokan dixwazim herim ser behsa êrîşa terorîstî a mûşekbarana kamp û baregehên Demokrat li bajarê Koyê. Ev mûşekbarana Spaha Pasdaran tawaneke mezin bû û hejmarek ji mirovên niştîmanperwer û xebatkar ji gelê Kurd standin û hin malbat û hemû Kurd xembar kirin.

Rejîm jî hewl dide bi van êrîşan, hem xelkê Kurdistanê bitirsîne û hem jî hêza xwe nîşan bide û ragihandinkarên Spaha Pasdaran û berpirsên rejîmê wisa difikirin ku wan kariye dijberên xwe bitirsînin û wan ji hizra têkbirina Komara Îslamî dûr bikin.

Lê belê rejîm negihîşte armancên xwe û çendîn şaştiyên wan ên stratejîk hebûn. Şaştiyên stratejîk ên Komara Îslamî û Spaha Pasdaran ev bûn; Yekemîn; Ev gelek sal in ku Komara Îslamî di warên siyasî, mirovî û maddî de xerc dike ji bo ku li Kurdistanê bigihêje sê armancan ku ev in:

Hêzên siyasî ji hev dûr bike, ew hêz ji civakê veqetin û bikevin hemberî hev û îdia dike ku ew partî ji nav çûne û tiştek bi navê pirsa Kurd li Îranê tine ye. Spaha Pasdaran bi xeyalên xwe bi mûşekan êrîş kiriye ser baregehên Hizba Demokrat. Lê belê bi bêhizrî û damayî, êrîşî ser pîlanên xwe ên çil salan kir.

Gotineke Farsan heye dibêjin eger Xwedê bixwaze, wê dujmin bibe sedema xêrê. Niha jî bê eqlî û tevlîheviya Spaha Pasdaran bûye sedem ku hêzên Kurdî tevî hemû pirsgirêk û nerînên cuda û siruştî, lê tevahiya wan partiyan, hevhelwest û hevgav li hemberî wan tawanan derkevin.

Piştre, her piştî vê kiryara tawanbarane ya rejîma terorîstî ya Tehranê, bi taybetî gireva sertaserî ya Kurdên Rojhilat li roja 21`ê Xermananê de, hemû pîlanên Komara Îslamî bona vê ku hizban û civaka Kurdistanê, berdin can hev, kirin bilqa ser avê, û eva hizb in ku bi berxwedan û hevhelwestiya xwe civaka Kurdistanê berdane canê Komara Îslamî.

 Piştre, eva çendîn sal e ku Komara Îslamî dixwaze wisa nîşan bide ku kêşeye di Îranê de bi navê kêşeya Kurd tune ye, û hizbên Kurdistanê jî nemane û ji nav çûne, bi van mûşekan hemû siyaset û firt û fêlên xwe dane ba, û bi destê terorîstî û eqlê nexweş û perîşan ê Spaha Pasdaran selimand ku hem hizb di qada xebataê de hene, û hem jî pirseke girîng bi navê pirsa Kurd di Îranê de heye.

Şaşiya stratejîk ya duyem ya Komara Îslamî pêk tê ji vê ku, bi salan e ku hem di nav Kurdên beşên din ên Kurdistanê, û hem jî din ava xelkê navçeyê de piropagendeya vê dike ku ew wekî rejîmeke dadperwer û digel xelkê ye. Bi taybet hewla zor û bi firt û fêl û nirxeke zor daye ku kurd li beşên Başûr û Bakur û Rojava, Komara Îslamî wekî dost bibînin.

Di vir de jî eqlê aloz û xwehilkutana Komara Îslamî û Spaha Pasdaran a terorîst, bi mûşekbaranê selimandin ku çil sal in derevan dikin, û ew xercê xwe ê çil salan heder dan! Li her sê beşên Kurdistanê, piraniya herî zêde ya hizb û aliyên siyasî kiryara terorîstî ya mûşekbarana binkeyên Hizba Demokrat mehkûm kirin, û rejîma Îslamî ya Tehranê wekî tawanbar û dijî Kurd nasandin, û neteweya Kurd li her sê beşên din ên Kurdistanê, dîtin ku Komara Îslamî dijî Kurd e. Di navçeyê de jî cardin xelkê nîştimana Îraqê û xelkê welatên Erebî bi çavên xwe dijminkariya Komara Îslamî dîtin û mehkûm kirin.  

Sêyem şaşiya stratejîk ya rejîma şepirze ya Tehranê ew e ku li ber çavên cîhanê selimand ku mûşekên wê, ne yên xweparastinê, û bo parastina welat nine, belku hemû mûşekkirîn û dabînkirina alavên komkuj bona gefxwarina û tevdanîkirinê ne li derdorê, û hindî ku mûşekên wê dûrtir herin, metirsiya komkujiyê ji aliyê rejîma terorîstî ya Komara Îslamî ve zortir dibe, û hekî destên wê bigihîje çeka navikî, hetmen “weliyê feqîh” wê festîvala xwînrijandinê bigre.

 Navend û çekên mûşekî û mezin demekê dikare rûçikeke parastinê hebin, ku êrîşeke mezin ji derve re kiribin ser welatekî, û ew jî bervaniyê ji xwe bike!. Lê eva tu êrîşek nekiribin ser Komara Îslamî, û bi xwe jî di van salan de, hertim îdiaya vê kiriye ku emniyeta tewaw ya wê parastiye, û tu metirsiyek li ser nine, gelo çawa dibe di dema nebûna metirsiyê de, mûşekan bavêje nava xaka welatekî din de?

 Weliyê Feqîh û Spaha Pasdaran hem dewleta Îraqê neçar kirin ku kiryara Tehranê mehkûm bike, û hem jî hemû rêkxirawên cîhanî ji metirsiya mûşekên Komara Îslamî hişyar bûne, û rejîma Tehranê terorîstbûna xwe bi belgeyên mûşekî û bi fîlm û daxuyaniyan, bi hemû cîhanê selimand. Niha êdî dibe ku bernameyên mûşekî ên xwe jî nehêle, hekî ne, wê (rejîmê) nahêlin.

Di kobendê de hewce ye ku em îşareyê bikin bi vê yekê ku, sedema vê şaşiya stratejîk ya Komara Îslamî û Spaha Pasdaran vedigere ser çi?

Komara Îslamiyek ku çil sal in xercên cur bi cur dike, yek kiryareke bêmejiyane dike û hemiyê heder dide, dibe tiştek li piştê hebe ku wisa dike ew vî karî bike. Tenê tiştek ku dikare rejîma terorîst  û tawanbar ya wekî Komara Îslamî û hêza dijîgelî ya Spaha Pasdaran naçar bike, ku mezintirîn şaşiya stratejîk bike, tirsa wan ji herifîna deshilata wan e, ku wekî tirseke dîrokî û hertimî, zendeqê wan li Kurdistanê çûye, û tirsa wan heye ku di dawiya jiyana rejîmê de ne, û dibe ku derbeyeke mezin li Kurdistan û Kurd bidin, heya ku bi vê xwehilkutanê, xwe ji mirinê rizgar bikin.

Lê sîstem û siyaset û pêvajoya bûyerên îro êdî di çarçoveya xwehilkutana (peleqajeya) terorîstî de berteng nabe. Ew xwehilkutana dawiyê ya wê, bi tewahî bi zirara wê tewaw bûye, û şikesteke mezin tê de xwariye.

 Pêşeroja şikesta wê jî, gellek zû derdikeve, û wekî li rûdawên 11`ê Îlonê de, hêza Elqa`îdê wisa dizanî ku derbeke mezin li Amerîka weşandiye, lê gellek zû ew derbe bû destpêka jinavçûna terorîzma Elqa`îdê, û hevpêwendiya cîhanî ya digel Amerîkayê pêk aniye, û terorîzma mûşekî ya Komara Îslamî jî hem Kurdistan yekgirtî kir, û hem jî hevpêwendiya navçeyî û cîhanî derheq Kurd pêk anî, û hem dibe destpêka kurtkirina destê wê yê dêw, û di encamê de jî herwekî ku çawa jê ditirse, wê rûxana wê li pey hebe.