Şûnwarên dîrokî li Lurdistanê bi sedema karê avedaniyê li ser erdê wan şûnwaran ber bi jinavçûnê ve diçin û berpirsên rejîmê tî parastinekê ji wan şûnwaran nakin.
Berpirsê giştî yê Parastina Mîrata Çandî yê parêzgeha Luristanê “Emîn Qasimî” gotiye: “Bajarvanî bê berçavgirtina erdê dîrokî yê “Tepe Masûr” û bê hevahengîkirin digel xwediyê wan erdan û bê agehdarkirina Mîrata Çandî, rê çê kiriye û ew qîrtav kiriye û bajarvanî erkdar e ku ti kareke avedanî û çêkirinê li ser erdê şûnwarên dîrokî neke.
Herwisa navbirî gotiye ku Mîrata Çandî bi sedema nebûna bûdceyê nikare erdê wan kesan ku di nav wan şûnwarên dîrokî de ne bikire.
Rejîma Îranê her salê bi 10an milyon Dolar hevkariya malî bi girûpên terorîstî dide lê amade nîne ku pereyekî kêm bo parastina çûnwarên dîrokî xerc bike û herwisa ti bûdceyekê bo parastina wan şûnwaran wekî Tepe Masûr ku dirokekî zêdetir ji 6 hezar salan heye, dabîn bike.
Herwisa li bajarê Rewanser a Kirmaşanê rejîmê meywefiroş neçar kirine ku bazara firotina mêweyan bo girê dîrokî yê bi navê “Tepe Mûsayî” veguhazin ku dibe sedema jinavçûna wê şûnwara dîrokî ku 5 hezar salan berî niha mirov têde niştecî bibûn.