Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vê carê dijwar e

17:16 - 22 Hezîran 2019

Kerîm Perwîzî

Berpirsên serbazî û pasdarên rejîmê gefê dixwen ku gerûya Hurmuz bigirin û rewşa navçeyê aloz bikin. Xamineyî, Rûhanî û hevbîrên wan jî ku xwe weke siyasetvan binav dikin, behsa berxwedanê dikin û dibêjin ku ewê Amerîkayê neçar bikin bejna xwe li hemberî wan bitewîne.

Herwisa gefê dixwen ku ewê li ser berjewendiyên welatên navçeyê bibin gef. Hinek ji wan li navçe û cîhanê piropagendeyê dikin ku pêşeroj bi şer aloz dibe û bi vî awayî dixwazin sîyasetvanên Amerîka û Rojava bitirsînin û ji wan re bêjin ku givaşên zêdetir li ser Îranê, wê wêranî, tevlîhevî, tiryak û lehiya penaberan ji bo Ewropayê li pey xwe ve bîne. Ev, siyaseta giştî a Komara Îslamî li hemberî gerra nû a givaşên DYA li dijî rejîmê ye. Stratejiya rejîmê eve ku nîşan bide xerca kiryarên DYA û herwisa xerca êrîşa serbazî bo ser Îranê gellek zêde ye.

 Komara Îslamî dixwaze bi tevahiya taktîkên xwe ên dîplomatîk, gefa êrîşê di riya pasdarên xwe re bi pevçûnên sînordar û gefên siyasî û aborî, nîşan bide ku her kiryareke siyasî, aborî û çekdarî ji aliyê DYA ve, wê hezîneyên zaf ji bo navçeyê û bo cîhanê lipey xwe ve bîne.

Weke ku berpirsên Amerîkayê jî dibêjin, rejîma Îranê dixwaze bi standina bacê, mana xwe garantî bike û di siyasetên xwe de berdewam be. Siyaseta sereke a ku Komara Îslamî li ser wê bingehê hatiye avakirin, şerxwazî û çêkirina tevlîheviyan e ku di bin navên curbicur de ye weke hinardekirina şoreşê, rizgarkirina Qudsê, berfirehkirina "Eniya Berxwedanê" û pêkanîna Hîlala Şî`e.

 Di pêxema vê siyasetê de Xumeynî digot ku şer nêmeteke îlahî ye û Xamineyî jî dibêje ku ewê bi berxwedanê, şerê mana xwe li Sûriye û Lubnanê bikin da ku neçar nebin li Xûzistanê û li nav Îranê li dijî wan şer bikin. Pêwîstiya vê sîstema îdeolojîk ji bo veşartina gendelî, damayîbûn, nezanî, xurafatê, bi tevlîheviyê ye û niha jî vê hewcehiyê ji hemû gavan zêdetir pêwîst dibîne.

 Nebûna pêgeha navxweyî ku ji gotinên Xamineyî jî xuya dibe, tirs li cem rejîmê çê kiriye û li gor wan, dujminan kariye derbasî nav refên xelkê bibin. Bi van sedeman û ji bo bicîkirina siyasetên zêdexwazî û tundajoyiyê, rejîm siyasetên derxistina tevlîheviyan li navçeyê bi kar tîne.

Lewma jî tevî ku di çarçoveya rêkeftina etomî a Bercamê de bi DYA, Ewropa, Rûsiye û Çînê re lihev kiribûn, lê dîsa jî dev ji şandina mûşekan, şandina Pasdaran ji bo derdorê, teror û şerxwaziyê bernedaye. Ev kiryar jî heya astekê bûn ku êdî niha ew ji pevçûnên mezin ditirsin. Siyaseta şerxwazî û fesadiyê, heya niha sedema sereke a mana rejîmê ne ku di bin navê dujminên dervey welat de, hem terorîst û girûpên tungir li navçeyê berfireh kiribe û hem jî li navxweyî Îranê, bi hêsanî xelkê ditepisîne. Lê vê carê, rewş ji bo wan gelek dijwar e. Tevî ku pêwîstiya wan bi çêbûna rewşeke aloz û tevlîheviyê jî heye ji bo ku dema tewandina bejnê, hin imtiyazan bistînin, lê ev rewşa xirab weke rewşa xirab a berê nîn e! Vê carê behsa man û nemanê ye û tenê şaştiyek dikare derfeta bombebarana Cemaranê bi bombeavêjên B-52 çê bike!

 Lewra jî Xamineyî weke berê gurregurrê nake ji ber ku wê agirê şer, mala wî wêran bike.