Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê xemgîntirîn û diltengtirîn xelkê cîhanê ne

16:45 - 26 Kanûna pêşîn 2021

Pêka nûçegihaniya ser bi rejîmê ya bi navê“Esrê Îran”, mamostayê zanîngeha “Xwarezm”ê “Husên Mihemedî” tevî îşarekirin bi vê yekê ku civakê dilxweşiya xwe ji dest daye got: “Rewşa bêserûberiya hundir û xemgîniya xelkê bi rohnî di reftarên asayîyên wan ên rojane de li kolan û şeqaman û her wisa di bûyerên asayiyên jiyana wan de têne dîtin.

Herwisa “Husên Mihemedî” gotiye: “Bi pêka lêkolînek ku li sala 2015 li derheq sedemên dilxweşiyê kiribûn, Îran li nav 115 welatên Cîhanê, di pileya 105an de ye.

Ew mamostaye di berdewamiya gotinê xwe de baskiriye: “7 sal ji encamdana wê lêkolênê derbas dibin û bê şik û bi balkêşandin li ser zêdebûna givaşên aborî û hundirî di salên berê, Îran heta pilaeya dawiyê ya wê rêzbendiyê hatiye xwarê û niha em yek ji xemgîntirîn û diltengtirîn xelkê cîhanê ne.

Herwisa navbirî got: “Asta sebir û xweragiriya xelkê Îranê di wan salên dawiyê de gelek nizim bûye û bi biçûktirîn sedem ji hev tûre dibin û gotinên neşiyaw bi hev dibêjin û aramiya wan namîne.