Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetî di Îranê de berdewam in

12:18 - 1 Kanûna pêşîn 2021

Di bajarên “Urmiye, Tehran, Endîmîmiş û Bender Ebas”ê de xwenîşandanên nerizayetiyê hatine lidarxistin.

Di bajarê Urmiyê de xelkê derdornişîn ên wî bajarî bi sedema pirsgirêkên avê û guhnedana berpirsên îdareya Av û Averoya wî bajarî û bi taybet dabînnekirina ava vexwarina taxên derdornişîn ên wî bajarî li ber deriyê parêzgariya Urmiyê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa kedkarên kompaniya dabînkirina madên kangehî ya “Çinare” ya girêdayê bajarê Endîmişk li parêzgeha Xûzistanê di berdewamiya xwenîşandana neriyazyetiyê de ku sê roj e, li beranber îdareya wê kompaniyê li bajarê “Endîmişk”ê nerizayetiyên xwe lidar xistin.

Herwisa xwenîşandana nerîzayetî ya nexweşên SMA û malbatên wan nexweşan li bajarê Tehranê bo roja Sêhem xwenîşandan bi rê ve birin û daxwaza kirîna dermanên “SMA” li derveyê welat kirine û ji sozên çewtên berpirsan westiyane.

Herwisa kedkarên girêbestî yên kompaniya “Şerîfî” û kompaniya “Baqirpûr” ên girêdayê petrokîmiya “Eselûye” li bajarê Benderabasê li derheq vernegirtina heqdestan û bi paşkevtina wan, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa pêka nûçeyên belavbûyî hatûçûya xelkê bo bajarê Îsfehanê ji aliyê hêzên ewlehî ve bi hûrî têne kontrolkirin û li çendîn rêyên hatin bo nav bajarê Îsfehanê binkeyên lêkolîn û vekolîna maşînên xelkê danîne.