Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetiyê di Îranê de bi awayekî berfireh berdewamin

18:12 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2020

Xwenîşandanên nerazîbûnê yên qatên neraziye di Îranê de bi awayekî berfireh berdewamin û xwenîşander li ser daxwazên xwe micin.

Roja Yekşemî, 5ê Tûrmehê, kedkarên şirketa “Heft Tepe” di 21emîn roja xwenîşandanê de her berdewamin û ew bi mukumin li ser daxwazên xwe û bi diruşmên cuda, daxwazên xwe di xiyawanên bajarê “Şûş”ê de nîşan didin.

Herwisa di roja derbasbûyî de, di çendîn cihên Îranê de,  xwenîşandanên nerizayetî  li ser gendeliya sîstematîk û tinebûna wekhevî û xemsariya berpirsên neşiyan yên rejîma Îranê bi rêve çûne.

Xwenîşandana kasibkarên betal mayî di bajarê “Tehran”ê de, , girêva Tasksîdarên bajarê “Yasûc”ê, kombûna nerizayetî ya pakbanan yên şaredariya “Tewrêz”ê, kombûna nerizayetî ya ajotvanên xanenişînbûyî yên kompaniya “Otobûsranî” ya “Tehran”ê, kombûna nerizayetî ya hewaledarên kompaniya “Azwîko” di parêzgeha “Tewrêz”ê de bi rêve çûne.

Di encama gendeliya sîstematîk a berpirsên rejîma Îranê, dizîya eşkere ya darayiya kompanî û kedkarên wan kompaniyan ji aliyê birêveberan û berpirsên rejîmê, wekî berpirsên leşkerî û dadweriyê ve û berçavnegirtina rewşa jiyana dijvar a karkeran di Îranê ji aliyê rejîmê ve, xelkê birsîmayî û mafjêxwarî û zirar berketî, êdî şiyana jiyaneke bi rûmet ji dest dane.