Sibeha roja çarşemê, 25 Cozerdana 1400 hetawî, Zahir Bedrî ku wek “Pilingê Çiya” dihat nasîn, ji ber nexweşiyê li yek ji nexweşxaneyên Danîmarka koça dawî kir.
Zahir Bedrî kurê Erşed Bedrî û xelkê gundê Hebeşê ser bi bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Bav û bapîr û malbata Bedrî di damezirandina Hizbê û Komara Kurdistanê de çalak bûn û beriya wê jî di şoreşên Araratê de xwedan rol û pêgeh bûn.
Kak Zahir Bedrî beriya hilweşîna rêjîma şah di piraniya xwepêşandanên bajarên Makû û Tewrêzê de beşdar bibû. Yek ji wan kesan bû ku pir zû xwe gihandibû bajarê Mehabadê û pêwendî bi rêbertiya Hizbê ve kiribû, paşê vegeriyabû deverên Xoy, Makû û Selmasê bo damezirandina rêxistinên Hizbê û damezirandina binke û bargeh û navnivîsîna gencan bo pêşmergetiyê. Wî karîbû di demekî kurt de hêzeka mezin ya pêşmerge pêk bîne û bi navê desteya “Ararat” bikeve nav kar û xebatê.
Ji bilî kak Zahir, beşek mezin ji xortên malbata wan jî çeka pêşmergetiyê hildan, du birayên wî jî bi navên Beşîr û Muradxan bi birayê xwe yê mezin Zahir re bûn pêşmerge. Lê mixabin sala 1359 Beşîr Bedrî di şerekî giran de tevlî karwanê nemiran bû.
Zahir Bedrî di nav hêza “Qehreman” de fermandeyê lik û berpirsê serbazî yê Kotolê bû.
Sala 1360 Zahir Bedrî di dema ku Hizbê ji bakûrê Rojhilatê Kurdistanê ji ber xiyaneta taxima 7 kesî vekişiya, bi komek hevalên xwe ve berê xwe dan binkeya deftera siyasî ya Hizbê li navçeya Serdeştê. Li gundê Mîrawa yê Serdeştê, di şerekî giran de yek ji hevalên wî bi navê Hesen Zeytûn, ku xizmekî nêzîkî wî jî bû, şehîd bû.
Piştî ku vegeriya bakûrê Rojhilatê Kurdistanê, havîna sala 1361 dîsa Zahir Bedrî mîna navê xwe “Pilingê Çiya” milê xwe da ber xebat û têkoşanê û wek fermandeyê operasyona hêza Şehîd Serwan Hatem xizmet kir. Di heman demê de fermandeyê desteya çekên giran jî bû û di dema şer de mîna pisporê doşke beşdar dibû.
Havîna 1363 dema hêzên Hizbê ketin xebata partîzaniyê, Zahir Bedrî bi fermana berpirsê wê demê yê navenda Agirî, şehîd Nebî Qadirî ve wek fermandeyê lika şehîd Beşîr Bedrî hat destnîşankirin û bi çend hevalên xwe ve berê xwe dan bintara Agirî û li navçeyên Xoy û Makû xebat kirin. Lê li ser sînor ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin girtin. Di nav wan de Muradxanê birayê wî jî hebû.
Piştî nêzîkî 2 salan, bi şertekî ku li NY navê xwe tomar bikin û venegerin nav Hizbê, hatin berdan. Ji ber wê jî bi neçarî li Enqerê navê xwe tomar kirin û li Danîmarka wek penaber akincî bûn.
Zahir Bedrî ji wê demê ve heta dûmahîk roja jiyana xwe mîna xebatekî nav Hizba Dêmokrat ya Kurdistana Îranê bi dilsozî û wefadariyek mezin karên Hizbê kir. Li komîteya Danîmarka wek berpirsê beşa teşkîlatê û berpirsê beşa civakî û gelek erkên din xebat kir.
Zahir Bedrî li hember hemû bizav û cudahiyên ku li nav rêzên Hizbê de çêdibûn, mîna çiyayekî qahîm pişta rêberî û hizba xwe girt û ti carî ji Hizbê dûr neket.
Hizba Dêmokrat ya Kurdistana Îranê bi koça dawî ya Zahir Bedrî, qehreman û fermande û xebatek ji dest da û bakûrê Rojhilatê Kurdistanê bi taybet deverên Kotol û Araratê kesayetiyekî cihê bawerî û xwedan qîmet ji dest da.
Nav û bîra kak Zahir dê heta hetayî li nav dîroka Hizb û netewa me de bi pîrozî bimîne.
Hizba Dêmokrat ya Kurdistana Îranê bi koça dawî ya kak Zahir xembar e û serxweşiyê dide malbat, xizm, heval û hogirên wî û xwe şirîka xema wan dibîne.