Nûredîn Sofîzade
Di dîroka xebat û berxwedaniya rizgarîxwaziya gelê Kurd de, gelek caran sedemên sernekevtinê û şikestan, netebayî û netifaqiya di navbera hêz û aliyên nava tevgêra Kurd de hatiye zanîn.
Hekî hemî pîlan û nexşên dujminan li hember gelê Kurd û bona şikestpêanîna şoreşa Kurd em berçav bigrin, hekî çi dujminê sundxwarî yê me ne, lê xalek di nava wan de heye ku divê em jê hîn bibin, ku ev jî yekbûn û yekdengî û yekpîlaniya di nava wan de ye li hember Kurdan.
Hekî hikûmetên dagîrker ên Kurdistanê dehan arîşe û netebayî digel hevdu hebin, lê em hem dizanin ku dema têne ser pirsa dijayetiya gelê Kurd, hemî yekdeng û hevpîlan in.
Lewma ji berê ve gotine ku hekî mirov tiştekî baş ji dujminê xwe jî hîn be, her baş e.
Herçiqas mixabin Kurd û Kurdistan niha 4 perçe ye û li ser 4 welat û hikûmetên dagîrker de hatiye parvekirin, û bi berçavgirtina rewşa her kîjan ji wan perçên Kurdistanê û taybetmendiya gelê me û awayê serederiya her kîjan ji hikûmetên dagîrker, renge awayê xebat û mafxwazî û şoreşa Kurdan jî cudahî digel hevdu hebe, bêguman ev cudahiyane jî wisa dikin ku het yek ji wan perçên Kurdistanê taktîka teybet bixwe û gorî rewşa xwe bigire berahîka xwe.
Hekî çi bi wan sedemên ku serve hatine baskirin, dikare taktîk û awayê xebatê ji hevdu cuda be, lê hemî netewa Kurd û tevgera rizgarîxwazane ye Kurd li her perçeyeke Kurdistanê dibe di xala setratejiya netewî de yekdeng û yekgirtî bin.
Gelê me dikare zêdebarê cudahiya awayê xebata taybet bi perçeya ku tê de ye digel perçên dinê, aliyê kêm divê li ser wan çend xalên girîng yekdeng û yeksetratejî bin.
Xebat bona gihîştin bi mafê çarenivîsiya gelê Kurd, îcar li her şikl û sîstem û sitatoyekê de be, wekî serbixweyî, fedralîzm, xudmuxtarî, otonomî û…hwd.
Tevgera Kurd li her kîjan ji perçên Kurdistanê, dema ku hewce bizanin peywendî digel yek ji hikûmetên dagîrker ên Kurdistanê hebin, divê hêleke sor di wê peywendiyê de hebin ku li ser xisargihandin û derbelêdan û danûstandin li ser berjewendiya tevgera perçeyeke dinê ya Kurdistanê nebe.
Ti yek ji hêz û aliyên siyasî û tevgera Kurd li yek ji perçên Kurdistanê, nabe dijayetî û şerê part û aliyên perçeyeke dinê ya Kurdistanê bikin, û şerê Kurd digel Kurd divê neyête kirin û ev yeka bi xirab û xwekujî û bi îxanet bête naskirin û bête şermezarkirin.
Tevgerên Kurd li her 4 perçên Kurdistanê divê gorî derfet û îmkanatan ne tenê dijayetiya hevdu nekin, hewce ye alîkariya hevdu bikin û piştevanê pirsa netewî bin li her kîjan ji perçên dinê ên Kurdistanê.
Hewce ye netewa Kurd li her 4 perçên Kurdistanê hin xal û hêlên pîroz ên netewî biparêzin û xalên hevpar ên wan bin û bêguman ew xalên pîroz in ku dikarin zêdebarê cudahiya rewşa li her kîjan ji perçên Kurdistanê, yekîtiya netewî di nava 50 milyon Kurd de çê bikin. Wekî zimanê Kurdî, ala Kurdistanê û sirûda hevpar a netewî “Ey Reqîb”, navê pêşmerge, axa Kurdistanê, rojên hevpar ên netewî û nîştimanî, wekî roja şehîdan, roj û yada tevgeran û rêberan, û gelek xalên dinê ku hemî dikarin yekîtiya netewî çê bikin.
Dema ku li ser wî halî re jî mirov dêna xwe dide nava her kîjan ji perçên Kurdistanê ku mixabin dujmin û dagîrkeran çendîn caran Kurd û Kurdistan ji hev weqetandine û perçe kirine, mixabin li her kîjan ji wan perçane de jî hêz û aliyên nava tevgera Kurd arîşe û netebayî digel hevdu hene.
Li Bakurê Kurdistanê ku perça herî mezin ji cestê Kurdistanê ye, mixabin heya niha yekîtî û yekarmancî û yekdengî di nava aliyên cuda yên siyasî de nîne û her kîjan bixwe cehdê dike ku hejmoniya xwe bisepîne û hebûna hêz û aliyên dinê bi rikeberê xwe dizanin, eva jî bûye sedemê vê yekê ku gelê Kurd dilsar be û setratejiyeke qahîm li piştserê xwe nebîne û bona berdewamiya jiyana xwe pişta xwe bi hikûmetê ve girêde.
Li Başûrê Kurdistanê ku nêzî sê dehik e hikûmet û deshilat bi hemî kêmasiyên birêveberiyê ve li destê Kurdan de ye û hebûna dewleteke defakto be jî bûye cihê dilxweşî û hêviya hemî Kurdan li perçên dinê, lê mixabin em dibînin ku heya niha jî yekîtiyeke baş di navbera hêzên deshilatdar ên Başûr de nîne û eve jî bûye sedem ku keysê dujminan ji me bêt û bûye hegera xisar û jidestdana gelek deskevtan.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî sala 2011an, parekî berçav ji axa wê perça Kurdistanê hate rizgarkirin, mixabin heya niha jî li ber nebûna setratejiyeke zelal a netewî û nebûna yekîtî û tebayiya nava hêz û aliyên siyasî, bi bê diyarîkirina şiklek ji çareseriya mafê netewî, qedera wê perçê zelal nîne û tenê mirov dikare bêje Kurd deshilatdarên parek ji navçên wê perçê ne û xudî ev deshilata Kurdan jî nefiya mafê netewî, Kurdistanîbûna wê perçê dike, û ew derfeta bo Kurdan hatî pêş, mixabin wê ji dest diçe û ew hemî nirxa ku hatî danê, bê encam dimîne.
Li Rojhilatê Kurdistan hekî çi seha netewî di nava gelê me de gorî perçên dinê gelek serve ye û Kurd li wê para Kurdistanê gihîştine asta herî serve ya hişyariya netewî û gelek yekgirtî ne, û gelek xwedî hest in ji bona piştevaniya hemî perçên dinê û dilê wan bo azadî û yekîtiya netewî lêdide, lê mixabin ew perçeya jî bê arîşe nîne. Hekî xalên erênî li Rojhilatê Kurdistan ku xelk hilgirê wan e, û me serve bas kirin, lê arîşa herî mezin ku di Rojhilatê Kurdistanê heye, wedigere ser natebayî û arîşên nava hêz û aliyên xebatkar ên siyasî, bêguman gelek caran ev yeka jî bûye sedemê dilsariya gelê me û jidestdana derfetên baş bo xebatê.
Gelek caran û li dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê de rikeberî hevdu qebûlnekirin û jihevcudabûn û weqetiyan û heta hin caran şerkirina di nava part û aliyan de, hatiye pêş.
Ger çi li derheq setratejiya xebatê û xalên yekîtiya netewî li Rojhilatê Kurdistanê mirov dikare bi cur`et ve bibêje ku ji her perçeyeke dinê baştir e, lê mixabin tenê xwerazîbûn, deshilatxwazî, hevduqebûlnekirin, pêbendnebûn bi demokrasiyê wisa kiriye ku heya niha di nava her kîjan ji partiyê Rojhilatê de, çendîn cudabûn çê bûne ku her hemiyan jî gorî xwe xisar gihandine tevgera gelê Kurd û bûne sedemê dilsariya gel.
Niha bi keyfxweşî ve rengê hindê dide ku her hemiyan seh bi wan xisaran û şaşiyan kirine û ber bi yekîtî û yekgirtinê ve pêngavan diavêjin, bêguma ev yeka jî dibe sedemê hem dilxweşiya gelê me, hem dibe sedemê bihêzbûna xebatê, hem dikare dujmin ku heya niha bi perşûbelaviya nava mala Kurdan xwe serkevtî dizanî, bê hêvî û damayî bike, ku bêguman eva tenê yekîtî û yekrêzî û yekgirtina nava tevgerê ye ku dikare me ji armancên netewî ên me nêzîk bike.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine