Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

ZIMAN STÛNÊ BINGEHÎN Ê NETEWEYÎ YE

16:37 - 23 Şibat 2022

Miradxan Şemzînî

Ziman, amûrek e ku peywendîyê çêdike di navbera mirovan da. Lê belê ziman ji bilî pêkanîna peywendîyê, ruh û mêjîyekî jî ava dike.

Mirov nikare bi tena serê xwe bijî. Nikare her pêdivîyeka xwe bi serê xwe pêk bîne. Divêt alîkarî û piştgirîyê ji hinek mirovên din wergire. Ev yek jî, bi  civakê pêk tê. Jîyana pêkve, danûstandina mirovan, dabînkirina pêdivîyên mirovan, rê û rêbazên jîyana hevpar hemû di nav civakê de derdixe meydanê.

Civaka jîyan û hemû pêdivîyên xwe bi hevre pêk tîne, li gorî bîr û bawerî, cografya, rabûn û rûniştina xwe qanûnan çêdikin, çi bi nivîskî bin û çi jî bi devkî bin ew qanûn. Ne tenê qanûn; çand, huner, rê û rêbazên xwarin û vexwarinê, pergala malbatê, kelepor, edebîyat (devkî û nivîskî), muzîk, bi kurt û kurmancî hemû keresteyên civakê ku saz dike, reng û dengê xwe dide civakê ZIMAN e.

Çawa ku, çand, huner, edebîyat, folklor, bîr û bawerî, muzîk, urf û edet hemû bi saya zimanî, xwe radigirin û  hemû dewlemendî û gencîneyên civakê vediguhêze ji bo paşerojê ji bo nifşên nû, herwiha ziman bandoreke zor girîng li ser nêrîn û perspeketîva wê civakê dike.

Helbet mebesta civaka ku em li jor behs lê dikin milet e, netewe ye. Netewe bi van hêmanên bingehîn xwe bi rê ve dibin, pêk tên: Yekîtîya zimanî, yekîtîya çandê, yekîtîya dîrokê, yekîtîya welat û dab û nerîtan. Hemû hêmanên bingehîn jî bi saya zimanî li ser pêyan xwe radigirin, dijîn û ji bo paşeroja neteweyê têne veguhestin.

Bo çi dibêjin stûnên bingehîn yên neteweyan pêk tînin yek ji wan ziman e û stûnê herî giring e? Çunkû, xet û stûnên neteweyan pêşîya her tiştî bi zimanî têne hûnandin, bi zimanî têne raçandin. Pêş hemû tiştan, ziman cîyawazîya xwe nîşan dide di nav neteweyan de. Belê rast e ku hêmanên bingehîn yên din jî, ji bo pêkanîna neteweyan girîng in. Lê belê, eger ziman nebe, netewe nikarin yekîtîya xwe bi esasên din saz bikin. Eger kurd bê dewlet û bê sazî gehiştibine îro, herî zêde ji ber ku kurdan zimanê xwe parastiye. Û gava îro mirov li welatê kurdan dinêre, bajar û gundên bi kurdî diaxivin, ew ci ne, yên ku hesta neteweyî lê maye, qesta mafê xwe yê neteweyî dikin. Ji bo vê yekê em mînakeka pêşçavan li Bakurê Kurdistanê bidin. Bajarên Meletî, Erzingan, Semsûr, Elezîz îro ew bajar in yên ku rêjeya zimanê kurdî ketiye di bin %10 an de. Û ji ber têkçûn û windabûna zimanê kurdî, kurdên li wan bajar û dewrûberên wan, êdî nabêjin em kurd in, exleb dibêjin em tirk in. Da ku xwe ji nasnameya kurdî dûr bixin, hinek xwe bi nasnameya dînî/mezhebî  (wek bisilman, elewî an sunî), hindek jî li gorî berjewendîya , sîyaseta desthilatdar tevdigerin û da ku kurd zêdetir parçe parçe bibin, xwe wek zaza dibînin, lê ne wek kurd. Vê sîyasetê jî, dîsa bi piştgirîya desthilatdarîyê, agirê fitne ve fesadîyê hinek xurt kiriye li 15-20 salên dawîyê, taybetî jî, li bajarên bi zaravayê kirdkî (zazakî) diaxivin yên me li jor qala wan kirî. Eger yekîtî nebe di nav neteweyekê de, dijmin bi cîwazîyên din (zarava, bîr û bawerî, mezheb, êl û eşîr) kurdan dijî hev tûj dike, bi kar tîne.

Nêrîna mirovan li gor zimanan şikl û şemayê werdigire. Her çend ji layê fîzîkî ve mirov dişibine hev, ziman bi perspektîva xwe vê şibandinê ji holê radike. Kenî, girî, kêfxweşî, kelecan, ecizî, tirs û xof, tîz û henek ev hemû hest li gorî qalib û zihnîyeta zimanî, xwe diguherin. Gotina di zimanekî de kenîyê pêk tîne, dibe ku di zimanekî dî de cîyê şînî û girîyê be. An jî gotina di zimanekî de lawaz be ji bo derbirîna hizr û ramanan, di zimanekî din de gorepaneka berfireh derdixe meydanê ji bo hizr û ramanan.

Îro tiştekî gelek girîng hatiye pêşîya hemû neteweyan. Ev yek taybetî ji bo kurdan yekcar muhim e. Kurdan piranî bi devkî/axivtinê, zimanê xwe gehandiye îro. Konjonktura civaka kurd heta vê serdemê jî, musaîd bû ji bo parastina ziman û çanda xwe. Lê belê, di vê serdema teknolojî û înternetê de, êdî ziman nikare bi tenê di qada axivtinê de xwe biparêze. Rola zimanê nivîskî pitirtir  bûye. Pêwîst e zimanê kurdî jî di qada xwendin û nivîsandinê de cîyê xwe bihêztir bike. Divê li gorî şert û mercên cîhanê rê û rêbazên xwe dîyar bike. Çunkû zimanê nivîskî ji bilî amûrên teknîkî û zanistî, ji bo edebîyat, çand û hunerê jî pêdivîyeka sereke ye.

Parçekirina Kurdistanê herî zêde bandora xwe li ser zimanê kurdîyê kiriye. Her parçeyek di bin tesîra ziman û alfabeyekê da maye. Vê yekê navbera ferqecudatîyên zaravayan zêdetir kiriye. Taybetî, alfabeyên cuda tixûbên stûr xistine nav kurdan. Eger kurd li gorî derfetên xwe yên di destê wan de, bi rêya înternet û medyayî rêbazên wisa bi kar bînin da ku, ew ferqecudatî kêmtir bibin, dikarin ji gelek alîyan ve, xwe nêzîkî hevdu bikin. Bila hemû zarava bêne parastin li deverên xwe û xwedîyên zaravayên cuda hewla wê yekê bidin ku hevdu tê bigehin. Ji bo pir û navbeynkarîyê em alfabeya latînî wek mînak bidin, ku dikare  kurdan zor nêzîkî hevdu bike.

Eger civakek nebe xwedanê zimanê xwe, li zimanê xwe hişyar nebe, naşê / nikare bermayîya huner, çand, edebiyat û muzîka bab û bapîran mifahê jê wergire û naşê van gencîneyên neteweyî bigehîne paşerojê ji bo zarok û ciwanan.

Hest, fikr û raman, rabirdû û paşeroj, dîrok, dîn, huner, çand, folklor, rewişt, rabûn û rûniştina mirovî axivtin û guhdarkirin hemû hêmanên mirov hem yên kesayetî û hem yên civakî, bi zimanê mirov xwe dide der. Divê mirov jî ev dewlemendîya ku miletî dike milet û ji miletên din cîyawaz dike lê xwedî derkeve lê, hişyar bibe.

Gotineka zêrîn heye. Fîlozofê zimanî Ludwig Wittgenstein dibêje: “Sînorên zimanê min, sînorên cîhana min in.” Ev gotin, wateya kûr a zimanî nîşanî me dide. Axa welatê me her çend mezin û berfireh be, hejmara kurdan her çend bi milyonan bê gotin, her çend em bibêjin kurd xwedîyê çandeka dewlemend in, bi rastî jî sînorê cîhana me ji sînorê zimanê me pêk tê. Hebûna me bi zimanê me ve ye.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine