Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

105 Sazî, Navend û Komelên Medenî û Siyasî li Rojavayê Kurdistanê binçavkirina Zara Mihemedî şermezar kirin

12:18 - 13 Kanûna Paşîn 2022

105 Sazî, Navend û Komelên Medenî û Siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi komkirina wajoyan di daxuyaniyekê bo “UN û Saziyên Navdewlwetî” cezayê ku ji aliyê rejîma Îranê bi ser Mamostaya Zimanê Kurdî “Zehra Mihemedî” de hatiye sepandin, şermezar kirin.

Wan sazî û navend û komelên medenî û siyasî di beşek ji daxuyaniya xwe de dane zanîn: “Em ev rêxistinên ku ev daxuyaniye îmze kirine serbilind in bi têkoşîna Zara ji bo parastina Zimanê Kurdî û piştgîriya doza xwe ya Kurdî dike, ya ku jinên Kurd ji bo parastina mîrat û çanda Kurdî dikin. Em tawana girtina Zara Mihemedî şermezar dikin ya deshilatdarên Îranî hewil didin her dengekî li dijî kiryarên wan ên nijadperestî û zordarî yên ku dixwazin Kurdan bikujin û koçber bikin û nasnameya wan a çandî û zimanî li Kurdistana Îranê ji holê rakin, bitepisînin.”

Wan di beşek din a daxuyaniya xwe de wiha nivîsiye: “Herwiha em bang li rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên jinan dikin ku ji bo piştgirîkirina pirsa girtina Zara Mihemedî bikevin nava liv û tevgerê û ji rayedarên Îranê daxwaz bikin ku dest ji van kiryarên nijadperestî yên li dijî gelê Kurd, ji wan jinên Kurd li Kurdistana Îranê, berdin. ku yekser Zara Mihemedî serbest berdin.”