Skat Bêsênt, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê li roja Înê 13ê Çiriya Paşîn li bersiva gefxwarina spaha pasdaran a terorîst de got: “Ez ji gefên ve natirsim û ji biryarên xwe paşve nakêşim, siyaseta givaşa aborî bo ser rêjîmê dê her berdewam be”.
Herwisa navbirî eşkere kir ku cihê jiyana xwe li Waşîngtonê bo navendeke serbazî veguhastiye û ji gefên paşmaweyên rêjîmê natirse.
Wezîrê Xezênedariya Amerîkayê rû bi spaha pasdaran a terorîst gotiye: “Li demekê de hêzên me yên şerker û bivêr li Kendavê de ne, û bi berdewamî gefa terorkirinê li Donald Tiramp tê kirin, çi sedemek heye ku ez bitirsim?
Skat Bêsênt ku birêveberê hewla dorpêç û givaşên aborî bo ser rêjîma Îranê ya bi navê “Operasiyona Dûrxistina Aborî” ye, tekez kir ku gefxwarinên rêjîmê nikarin rêgirî ji karê vî bikin”.
Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê bi zimanekî tûj, reftara rêjîma Îranê bi reftara dirindeyekî metirsîdar ê asêbûyî li kuncekê de” binav kir û got: “lewma ez rênimûniyên CIA bi kar tînim û min mala xwe bo navendeke serbazî veguhastiye”.