Li gorî rapora medyaya “Erem News” a Îmaratê, Waşington bi welatên endam yên Koma (G7) re ji bo amadekirin û pêkanîna planeke hevbeş, bi armanca rûbirûbûna bi torên darayî û lojîstîkî yên Spaha Terorîst a Pasdaran û jinavbirina wan li derveyî Rojhilata Navîn, bi awayekî çalak dixebite.
Çavkaniyek nêzîkî li Koşika Spî ragihandiye ku armanca sereke ya van şêwirmendiyan, ku li Parîsê pêk hatine, nasîn û şopandina wan navend û şirketên navbeynkar e ku têçûyên girûpên terorîst yên wek Ketayiba Hizbullah a Îraqê, şandina alavên leşkerî ji bo Hûsiyên Yemenê û çalakiyên darayî yên Hizbullah a Lubnanê dabîn dikin.
Ev plane hewl dide bazineya dorpêçên li ser kesayetî û şirketan berfirehtir bike û hemû pêwendiyên bazirganî û bankî yên vê tora terorîstî têk bibe.
Di heman demê de, çavkaniyeke dîplomatîk a Fransî amaje bi vê yekê kiriye ku Parîs, bi hevahengiya Alman, Îtalya û Brîtanyayê re, hewl dide xwediyên rastîn yên şirketên navbeynkar, hesabên bankî yên girêdayî û rêyên veguhastina alavên dukarberî diyar bike, da ku cudahiyên yasayî di navbera Amerîka û Ewropayê de bibe sedema domandina çalakiyên Spaha Pasdaran.
Di vê çarçoveyê de, lêkolîn li ser plana êrîşkirina li ser baregeha esmanî ya “Fêrford” a Brîtanyayê jî, ku berê ji aliyê dezgehên dadwerî yên Amerîkayê ve eşkere bibû, girîngiyeke zêdetir pê hatiye dayîn.