Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piledarekê hêza întizamiya rêjîmê li Belûçistanê de hate kuştin û şer qewimye

10:26 - 14 Çirriya paşîn 2026

Pêka raporên belavbûyî, roja Înê 13ê Çiriya Paşîn li demjimêrên şevê de, yek ji piledarên hêza hov a întizamiya rêjîmê li bajarê Xaşê yê bi navê “Mihemedemîn Kendî” yê xelkê bajarê “Zehek” ku pileya ostowar duyem hebûye, li encama teqeya hêzên nenaskirî de hatiye kuştin.

Heta niha ti kes an aliyekê kuştina wî piledarê hêza hov a întizamiya rêjîmê li nekêşaye stuyê xwe.

Li Roja Pêncşemî 12ê Çiriya Paşîn jî li çendîn cihên bajarê Serawanê de dengê teqînên mezin û dengê çekên sivik û giran hatine bihîstin û çendîn xulekan berdewam bûye.

Pêka rapora malpera “Gozarişgeranê Belûç” sedema wan teqînan û dengên çekan nehatiye zanîn û vê yekê nigeraniya xelkê bajarê Serawanê û tirsiyana xelkê wî bajarî li pey xwe aniye û herwisa ti amar an zanyariyek li ser nasnameya teqekeran û egera hebûna kuştî an birîndaran belav nebûye.