N. Nûrî Aldur
Armanca minî sereke bo vê nivîsê, li ser çend gotinên serokê herêma me yî Kurdistan rêzdar kek Nêçîrvan Barzanî ye. Ez wan gotinan, ji rexnê bêhtir wek hûcûm dibînim.
Gelek ji me baş dizanin ku serokatîya hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne xasim rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di dîplomasiyê de jêhatî û zîrekin û ez bixwe jî vî karî, vê xizmetê pir hêja dibînim û pêjî serbilindim. Firaza wan encamên wan dîyarin; wek nîşan û îspata van noktên li jor, ezê xwarê bo we xwendevanan şirove û pêşkêş bikim: kar û tekoşîna wan li gel Baxda û Şamê, her çiqas bi teq û req, xir û cir jî be - di gelek noktande bi ser di kevin.
Dîplomasî wehaye; bide û bistêne, bi sed hezaran kurdên me yî ji Rojava li herêma Kurdistanê de bi cih bûne û Erabên Îraqî jî hatine Herêma Kurdistanê û eve hemî kar û politîka aqilana li gel Baxdayê û Şamê pêwîst dike û serokatîya Kurdistanê vê jî baş bikartîne.
Têkilîyên hikûmeta me, li gel welatên din yên Erab(Qatar, Umman, Ordon û hinekên din) ez bawerim di meseleyên ticaretê de gelek başin. Dîplomatîya li gel Ankara, ji xwe di sewîyeke aktûel û bilind deye. Wa dîyare ku Ankara gûh dide bawerî û daxwazîyên serokatîya(nokta herî gring ticarete, lê belê ne tenê ewe) herêma Kurdistanê.
Ê ka em bizanin li gel Tehranê rewş çawa ye? Ha ji xwe li vir mesele hesas dibe û ez bi xwe nizanim bê ma gelo bersiv wê çawabe û wê çilobe! Ji ber ku rejîma Tehran xwedî îdareyeke reş û tarî ye (hemî demê jî her wisa bûye) protokol, hevdîtin û guft û go ne dîyarin/ ne eşkerene. Helbet hingî jî, ji rejîmên wisan merov nikare ti hêvîyên din bike. Ha li vir, serokê Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî pêwîst bû li gor hizr û bawerîyên min, ku li hemberî kurdên Rojhelatê Kurdistanê piçek xwedî sempatî bana, hinek dilşewat bana, anjî bêhtir dîplomat bana. Ma gelo, ne-neheqîye dema ku rêzdar serokê Herêmê, Rojhelatîyan biçûk û perîşan bike? Raste, ewan li herêma Kurdistanin û bê goman eve bo hikûmeta kurdî ne hêsan e, lê belê ewan di dema Sedam Husêyn de jî li wan deran bûn, û ji xwe rejîma melayan herdem kamp û malên Rojhelatîyan bombebaran dike, pêşmerge û kesên wan şehîd dike û eve zararê dide başûrîyan jî û eve dîplomasiya hikûmeta kurdî jî lawaz dike. Divêt em vê jî baş bizanin ku rejîma melan, opozîsyonan qet qabûl nakê, tehemûl nake û di dawîya dawî de, ew desthilata hikûmeta kurdî li başûrê Kurdistanê jî qabûl nekin.
Hûn kurdên başûr rêjîma Îranê û desthilatdarên wê ji me hemiyan baştir dinasin(anjî pêwîste ku hûn wana ji me bêhtir binasin) ji ber ku hûn gelek salan li wir penaber mana.
Rojhelatîyan pevre yekbûnek çêkirine û eve tiştekî pîroz e û ewan pevre îlan kirine ku dixwazin û di tekoşina xwe da bê şer meselan çareser bikin, dîplomasiyê bikarbînin, LÊ û dîse jî LÊ; divêt ku em û hikûmeta kurdî bi bîrbînin; ku dîplomasî li gel terorîstan nabe. Şehîd Qasemlo li gel wan dîplomasî kir, Simkoyê Şikak jî bi wan bawer kir û çû hevdîtinan bi wan re bike, belkî jî şehîd Qazî Mihamed û Şerefkendî jî bi xap û dîplomatsya wanî pîs û lewit î ketne xefka wan. Ne ku ez şîret û aqil di warên dîplomasiyê de didime kesî; na, na; belkî bi sedan aqilmend û mûşawîrên hikûmeta kurdî hene – LÊ, mafê me yî her welatîyî heye ku di dema ku heqsizî, nebaşî û bê adaletî li gel- û welatê me bibe, divêt em bi bilindî û bi modernî; bo xweşî û serfirazîya kurd û Kurdistan bikne qîr qîr: îro ji hemî rojan bêhtir pêwîstîya Rojhelatîyan bi empatî û sempatîya me heye; bîlhesa bi arîkarîya başûrîyan, bi arîkarîya hikûmeta kurdî, hikûmeta Kurdistan. Mîna ewan çawa arîkarîya Rojava, Bakûr dikin – divêt bo Rojhelatjî bikin; eger ewe nikaribin, hema Rojhelatîyan ne perçiqênin jî. Ev ne cara yekeme ku dilên Rojhelatîyan têt şikandin, berî bi demekê pêşmergeyeke jin ku rejîma melan şehîd kiribû li başûr, nexweşxanan derîyên xwe girtibûn û heta jî mizgeft û goristanan jî eve cenaze qabûl nekiribûn. Eve ne layiqê kurd û kurdewarîyê ye, birêzan berpirsîyaran û serokatîya başûrî welatê min.