Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Amerîkayê hemû geştên esmanî hatin rawestandin û li Brîtanyayê rewşa awarte hat ragihandin

10:35 - 14 Çirriya paşîn 2026

Îdareya Hewavaniyê ya Federal a Amerîkayê (FAA) roja Înê, 13ê Mijdara 2026an, biryareke awarte da û hemû geştên esmanî yên li seranserê Amerîkayê rawestandin. Wezîrê Veguhastinê yê Amerîkayê Sean Duffy ragihand ku ev biryar ji ber têkçûneke berfireh a sîstema ragihandinê di navendên kontrolkirina trafîka esmanî de hatiye girtin.

Li gorî raporên dawî, ji ber vê astengiyê nêzîkî 7 hezar geştên esmanî hatine betalkirin yan jî dereng ketine. FAAyê ferman daye ku hemû balafirên amadeyî firînê li ser erdê bimînin û geştên navneteweyî yên ku tên Amerîkayê jî yek bi yek têne kontrolkirin. Tîmên teknîkî ji bo çareserkirina pirsgirêkê dixebitin, lê hêşta dema asayîbûna geştan ne diyar e. Di heman demê de, di sîstema radarên keşûhewayê ya Amerîkayê de jî pirsgirêk derketine.

Gorî raporan li dema 11ê Sêptambra sala 2011ê ve heya niha ev yekim care ku li Amerîka de rewşekî wiha tund û awirte bo sîstema esmanî û firokevaniyê bête pêş.