Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

11 heyvên pir ji serwerî û hêviyên henokeyî

14:06 - 25 Kanûna Paşîn 2014

Ebdullah Hicab

Di roja 2’ê Rêbendanê (li gor rojjimêra Koçî ya Tavî) û 22’ê Çile (li gor rojjimêra Zayînî) 68 sal bi ser roja pir li serwerî ya damezirandina Komara Kurdistanê re derbas dibin. Komar yek ji şanaziyên herî bi nirxe dîroka hevdem ya Kurdistanê ye ku hemû partî û rêkxistinên siyasî ên Kurd û gelê Kurdistanê, bi yekdengî jê xwedî derdikevin.

Ji ber bilindiya ciyê Komarê di dilê gelê Kurd de, bi munasibeta avabûna Komara Kurdistanê li sala 1946 Z. (1324 K.T.) her sal di roja 2’ê Rêbendanê de li hemû deverên Kurdistanê li gor delîve û derfetan şahî têne li dar xistin.

Komar, di gel ku bi tenê 11 heyvan jiya (22.01.1946 – 12.12.1946) û derfet û îmkanên pir sinûrdar hebûn, lê şopa xwe li ser dîroka Kurdistanê danî û hin destkevtên dîrokî tomar kirin ku wê heta heta ji bo gelê Kurd û dîroka Kurdistanê weke tîrêjên tavê biçiriskin.

Ji ber wê ye ku niha piştî 68 salan hê destekt û bîranînên Komarê ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê çavkaniya hêviyek mezin in, û hêviya pêşerojek geş û azad ji bo Kurdistanê roj bi roj xurttir dikin.
Mixabin arşîva Komarê ji belgenameyan re bigre heya peymanname, daxuyanî, agahdariyên li ser sîstemê, danûstandinên Komarê bi cîran û bi dewletan re û ...hwd, ji aliyê dewleta Îranê ve hatine zewt kirin û ne li ber destê lêkoleran in. Lewma di gel ku ji dema damezirandin û pişt re jî, tevçûna Komarê re, hê jiyê mirovekê derbas nebûye, lê gelek aliyên veşartiye wan 11 heyvên jiyana Komarê hene ku bê belge nayên ronî kirin.

Lê her ya ku heya niha ketiye ber destan û xwe dispêre agahiyên devkî an hin belgenameyên girêdayî bi rewşa ewlekarî û eniyên şer ve, an kopiyên hin govar, rojname û belavokên dema Komarê nîşan didin ku Komar mînakek cuda ji deselatdariya siyasî ya serdema xwe bû. Ji ber wê yekê ye ku bandora Komarê li ser dîrok û nasnameya gelê Kurd û li ser xebata neteweyî ya piştî hilweşîna Komarê bi wî awayî giring ma ye.

Di herêmekê de ku wê demê xwendingehên bilind tune bûn, pîşesazî di asta herî destpêkê de bû, jiyana bajêr hê pêş neketibû, ezmûna birêveberiyê qet tune bû, sîstemek siyasî nehatibû avakirin û sîstema civakî hê li gor pîvan û pergala pêşmodernîzmê û pêka edet û teqalîdên eşîrî û olî kar dikir, ji nişka ve hizra damezirandina komarekê derket.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ku bi xwe hêşta negîhabû yek saliya xwe, carê çi ezmûna birêveberî tune bû û nedikarî di warê siyasî û rêkxistinî de li ser piyên xwe raweste, kete bin barê girane damezirandina dewletê.

Lê di gel hemû wan kêmasiyan jî komarê karî ji dezgehên birêveberiyê re bigre heya sîstema perwerde, weşan, parastin, asayişa neteweyî, tevlîkirina civakî, parastina mafê hindikayiyan, bazirganî û dadweriyê gelek sazî û dezgehên netweyî damezirîne. Di heman demê de Komar bû navenda lihevhatina gelê Kurd ji hemû deverên Kurdistanê. Bi awayekê ku sinûrdarbûna herêmên li jêr desthelata Komarê nebû asteng ku Kurdên deverên li derveyî wê birêveberiyê derbasî Mihabadê bibin û tev li kar û erkên nişîmaniye Komara Kurdistanê bin.

Niha piştî 68 salan, di demekê de ku beşek ji axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê birêveberiyek xwemalî ve tê birêvebirin, li Rojava delîveyek nû ji bo gelê Kurd dikare vebe û xebata neteweyî li hemû beşên Kuridstanê gihaye asta xwe ya herî bilind, giringiya sazî û dezgehên neteweyî ku di serdema Komarê de hatibûn ava kirin pitir xwe nîşan dide. Lewma di salvegera Komara Kurdistanê de, ji şahiyên damezirandina Komarê pitir, pirsa jê fêrbûn ji ezmûnên Komarê, bi destkevt û kêmasiyên xwe ve pêwîste bibe mijara herî giring.
Di demekê de ku Rojhilata Navîn xwe ji bo guhertinên mezin amade dike û hemû aliyên siyasî ên Kurd basî rola gelê Kurd di avakirina Rojhilata Navîn ya nû de dikin, pêwîst e mîrateya Komara Kurdistanê bibe rênîşanderê xebata neteweyî ya qonaxa îro.
Di serî de pirsa yekîtiya neteweyî, hevdengiya hêzên siyasî ên Kurd û stratêjiyeke hevbeş ya neteweyî pêwîste bigehe encamê.

Avakirina saziyek hevbeşe neteweyî, êdî nav jê Kongireya Neteweyî dibe, Konferans dibe an her navê ku civînek hevbeş, wê jêhatî bibîne, bersiva herî hêjayî xebata neteweyî ya îro ji bo bîranîna Komara Kurdistanê ye.