Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ciwanekî xelkê bajarê Ciwanroyê binçav kir

10:59 - 30 Hezîran 2024

Hêzên îtilaat a rêjîma Îslamiya Îranê ciwanekî xelkê bajarê Ciwanroyê li mala wî de binçav kirin ku heta niha ti zanyariyek li derheq qedera wî ciwanê Kurd li ber dest nîne.

Roja Şemî 9ê Pûşperê, ciwanekî temen 19 salî yê bi navê “Ramîn Qadirî” yê xelkê bajarê Ciwanroyê li mala babê xwe de, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîma Îranê ve bê belgeya yasayî, hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora “Çaw News”ê, “Ramîn Qadirî” pêştir jî ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatibû binçavkirin û piştî lêpirsînê hatibû berdanê.

Heta belavbûna vî nûçeyî ti zanyariyek li derheq qeder û tohmetên sepandî bi ser wî ciwanê Kurd û herwisa cihê ragitina wî, li ber dest nîne.