Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bombexwaz dawiyê li civînên ji bo rêkeftina etomî tînin!

17:21 - 23 Hezîran 2024

N. Eskender Ceiferî

 

 

Mezintirîn bombexwazên Rojhilatan Navîn, berpirsên rêjîma faşîstên Tehranê ne. Di rojên derbasbûyî de rêjîma Îranê careke din civînên ji bo rêkeftina etomî bi dawî anîn lê di hember de car din îdia kirin ku ew bombeyê naxwazin.

Ev jî hevdem e ligel gitinên lidij. Elî Şemxanî şêwirmendê ewlehî yê Elî Xamineyî dibêje heke Îsraîl û Rojava siyaseta xwe neguherin, dê Îran bombeyê berhem bîne.

Lê berpirsên din ên Tehranê tişteke din dibêjin û îdiayê dikin ku ew bombeyê naxwazin.

Ev jî di demekê de ye ku Berîtanya dibêje Îran dikare tenê di 2 rojan de biryarê bistîne û rêkeftin bê kirin.

Lê dîsa jî Rojava li bendê ye bizane kî dê bikeve dewsa Îbrahîm Reyîsî serokkomarê rêjîmê ku di hêlîkoptêrê de hate kuştin.

Di dema desthilatdariya Hesen Rûhanî de, roja 14ê Reşemeya 99'an, Mihemdcewad Zerîf wezîrê derve yê rejîma Tehranê ragihandibû ku êdî rêkeftina Etomî ji aliyê wan ve nakeve ber bas. Lê di hember de welatên Berîtanya, Feranse û Almanyayê ragihandibûn ku ji bo nîşandana niyazpakiya xwe, reşnivîsa li dijî Îranê nadin Ajansa Navdewletî ya Etomê.

Niha Rûsiye jî dixwaze dorpêçên li ser Rûsiyê jî bêne rakirin da ku ew rêkeftinê qebûl bikin. Lê belê Amêrîka dibêje ew dorpêçên ji ber êrîşa Rûsiyê ji bo ser Okraynê nayên rakirin. 

Pişt re Donald Trump serokkomarê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê dewsa xwe da Joe Biden û dihat pêşbînîkirin ku dewleta Biden vegere ser gotûbêjan ji bo rêkeftina etomî bi Îranê re. Di vê navberê de Rêformxwaz hertim dibêjin rêkeftinê dixwazin lê Sipaha Pasdaran dibêje nabe rêkeftin bê kirin.

Di rastî de armanca rêjîma Tehranê berhemanîna bombeya etomî ye. Ew, demê bi kar tînin û bi meyandina Oranyoma zêdetirî 20 ji sedî, nêzîkî berhemanîna bombeyê dinbin.

Niha dewleta Biden jî dixwaze rê li ber Îrana Etomî bigire û ragihandiye ew dixwazin ji bo rêgirîkirin ji berhemanîna bombeyê ji aliyê Îranê ve her karî bikin.

Îsraîl jî bi Amêrîkayê re hevnerîn e û dibêje nabe Îran bibe xwediya bombeyê.

Komara Îslamî jî bersiva berpirsên Îsraîlî û Amêrîkî dabû û gotibû: Wê cîhan wan gunehbariyên ku rayedarên Îsraîl dike, ji bîr neke. Piştî ku Donald Trump peymana etomî ya bi Îranê re bi tundî rexne kir, Rex Tillerson wezîrê Derve yê Amêrîka jî xwest rêkeftina etomî ya bi Îranê re were guherandin û jinûve were nivîsandin lê ji bo razîkirina Îranê ew libenda piştgirîya hevalbendên xwe yên Ewrupî bûn. Tillerson got jî ku xelên rêkeftinê têra xwe tund nîn in û rê li ber bernameya etomî ya Îranê nagirin ji ber vê jî ewê cara yekê bi Cevad Zerîf hevtayê xwe yê Îranî û wezîrên derve yên welatên ku peyman îmza kirine re, bicivin û mijarê gotûbêj bikin. Wê demê Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê ku ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorka Amêrîkayê bû, li ser helwesta Amêrîkayê ya li ser mijara Îranê dabû xuyakirin ku helwêsta nelihevkirinê ya Donald Trump serokkomarê wê demê yê Amêrîkayê bi Îranê re û rexnekirina bernameya etomî ya Îranê cihê fikarê ye.

Fransa, Brîtanya û Almanya difikirin ku eger Îrana Etomî bikeve Rojhilata Navîn, ewê pêgeha xwe ji dest bidin. Lewma jî reşnivîsa li dijî Îranê nedan Ajansa Navdewletî ya Etomê ji bo ku niyazpakiya xwe nîşan bidin û Îranê vegerînin ser maseyê. Lê bi daxuyaniyên Wezareta derve ya Îranê, derket holê ku êdî Îran rêkeftinê naxwaze.

DYA bi raportên çalakiyên etomî yên Îranê re bi baldarî riftarê dike û gotara wezareta Derve ya Amêrîkayê hemû wan pirsyaran bersiv nade ku çima Amêrîka di wajokirina raportan de dudil e û sedem çi ne lê bi gotara Şemxanî zelal dibe ku dorpêçên nû yên aborî, gefê li rêkeftinê dikin.

Rêkeftina etomî di roja 14ê Tîrmeha 2015an de bi tevlîbûna welatên ewropî hatibû wajokirin û li gor wê, Îranê hin çalakiyên etomî kêm dikirin û di hember de jî dorpêçên aborî li ser Îranê dihatin kêmkirin.

Îsraîlê ji destpêkê ve ragihand ku ew, vê rêkeftinê naxwazin. Beriya niha jî berpirsên saziya Nehêlana Çekên Etomî ragihandibûn her qasî ku Îranê bi hemû wan welatan re lihev kiriye, lê çavên Ewropiyan li Amêrîkayê ne. Her biryarekê ku Waşington distîne, ji wan re dibe bandor.

Brîtanya hewl dide DYA razî bike ku raportên li ser çalakiyên etomî yên Îranê demlidest wajo bike lê Amêrîka li pey planeke din digere.

Ji bilî berpirsên bilind ên Îsraîlê, fermandarên wan jî didin xuyakirin ku heke rêkeftin bê kirin, Îrana Etomî, wê Rojhilata Navîn dagir bike.

Almanya, Brîtanya û Fransa ku roleke mezin di rêkeftinê de hene, dibêjin bi meyandina zêdetirî 20 ji sedî ya Oranyomê, êdî derfet ji bo rêjîma Tehranê çê dibe ku zêdetirî berê ji bo ser cîhanê bibe gef. Di beşeke din a daxuyaniyê de tekez hatiye kirin ku meyandina vê asta Oranyomê ne ji bo karûbarên pizişkî û ênêrjiyê ye lê belê li tevahiya cîhanê, ev asta Oranyomê tenê ji bo karûbarên çek û berhemanîna dbombeyê têne bikaranîn.

Li bendê ye di rojên bê de armanca rêjîma Tehranê ji bo meyandina vê asta Oranyomê eşkere bibe.