
Piştî binçavkirina Beşîr Bîazar ê ser bi spaha quds li Firansê, aloziyên li navbera rêjîma Îran û Firansê zêde bûne û Firanse nigeran e ku rêjîma Îranê bo encamdana kiryarên xwe yên terorîstî, ciyetkarên navnetewî bi kar bîne.
Pêka rapora “Lomond a Firansê, piştî binçavkirina “Beşîr Bêazar” ê berpirsekî berê yê dengûrengê rêjîma Îranê û sîxurê îtilaatê, aloziyeke siyasî-ewlehî li navbera rêjîma Îran û Firansê de peyda bûye, herwisa wê rojnameya Firansê îdia kiriye ku renge Firanse bixwaze bi vê şêwazê rêjîma Îranê neçar bike ku 3 barimteyên li destê rêjîma Îranê rizgar bike.
Herwisa vê rojnameyê gotiye ku guherîna şêwaza gotin û siyaseta Firansê li hember Îranê guherî ye ku çavkaniya vê nigeraniya Firansê ji vê yekê ye ku rêjîma Îranê bo encamdana kuştinên siyasî û bo pêşvebirina siyasetên xwe, ji saziyên cinayetkar ên ticareta madên hişber mifahê verbigre.
Vê rojnameyê Beşîr Bêazar, sîxurê îtilaata rêjîma Îranê binav kiriye û ragihandiye ku Firanse û Îran naxwazin li vê derheqê de bi eşkere biaxivin.
Herwisa Rojnameya Lomond îşare bi “Muheriz Eyarî” ê Tunisî-Firansewî yê qaçaxçiyê madên hişber kiriye ku dixwest li Holendê de bo berjewendiya rêjîma Îranê dîplomatekî Îspaniyayê teror bike lê ji aliyê Polîsê Holendê ve hate girtin.
Rêjîma Îranê li 2 salên derbasbûyî de bi bikaranîna cinayetkarên torên tawankara, 17 caran cehd kiriye ku dijberên siyasî yên Îranê û herwisa kesên Îsraîlî li Birîtaniya de teror bike.
Li vê derheqê de Wezareta Derve ya Firansê ragihandiye ku rêjîma Îranê, kirêgirtiyan li nav qaçaxçiyên navnetewî yên madên hilber hildibjêre û wek mînak kesên du nasnameyî yên li Firansê, li axa Îranê de diparêze.