Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê Huşdarî dane Hizbullaha Lubnanê

11:50 - 30 Hezîran 2024

Piştî zêdetirbûna avêtina rakêtên Hizbullahê bo deverên sînorî yên Îsraîlê, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê Huşdarî dane Hizbullaha Lubnanê ku êrîşên xwe yên bo ser Îsraîlê bisekinîne.

Li halekê de Amerîka, Yekîtiya Ewropa û welatên Erebî yên navbendçi cehdê dikin ku rêgîrî ji berfirehtirbûna şer li deverê bikin û şerê li navbera Îsraîl digel hemas û Hizbullaha Lubnanê bisekinînin, Hizbullaha Lubnanê pêka siayseta rêjîma Îranê, avêtina rakêtên bê armanc bo ser Îsraîlê zêde kiriye û Îsraîlê jî ragihanidye li egera şer, Lubnaê dê vegere serdema çaxa kevirîn.

Pêka rapora nûçegihaniya  “Associated Press” hewla Amerîka û Yekîtiya ewropayê ev e ku rêgirî ji rûberûbûna Hizbullahê digel Artêşa Îsraîlê bikin û li ser vê mijarê huşdarî dane Hizbullahê û ragihandine ku eger Îsraîl biryara şerê tevav digel Hizbullahê bide ew nikarin rêgirî ji Îsraîlê bikin.

Îsraîlê bi micidî ragihandiye ku naxwaze şer digel Hizbullahê berfirejtir bike lê hekî Îsraîl bixwaze şerê tevav digel Hizbullahê bike, Lubnanê dê kawil bibe û dê vegere derdema çaxa kevirîn.

Rêjîma Îranê bi xapandin û handana Hemasê, Xeze da kawilkirin û xelkê vê aware kir û bi dehan hezar kes da kuştin û birîndarkirin, renge Hizbullaha Lubnanê pêka bernameya rêjîma îslamiya Îranê, vê senaryoyê li Lubnanê de dubare bike lê vê carê qasa xisaran, dê dehan qat zêdetir be.