Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinardeya Nefta Îranê bo derve gihîşte qaseke herî zêde

11:09 - 30 Hezîran 2024

Rêjîma Îranê talankirin û firotina nefta xelkê Îranê bo derve gihandiye astekê ku li 5 salên derbasbûyî de bê mînak bûye, ew yeka li halekê de ye ku hem bi gelek erzan difroşe û hem dahata vê jî nexuya ye.

Kompaniya Şêwirkarî ya Wize û Çavdêriya Neftkîşan a bi navê  “Vorteksa” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku firotina neft û gaza şil a Îranê li heyva derbasbûyî de gihîştiye 1.7 milyon bermîlan ku zêdetirîn rêje li 5 salên dawiyê de bûye.

Rêjîma Îranê berî dorpêçan, rojane 2.5 milyon bermîl neft û gaza şil difirot ku piştî welatên Erebistan û Îraqê, mezintirîn hinardekerê neft û gaz a OPEC”ê bû.

Rêjîma Îranê piraniya nefta xwe bi nirxeke gelek kêm difroşe Çînê, lê amara serast a vê firotinê ji aliyê rêjîma Îranê ve belav nabe û bi tenê bas ji zêdebûna rêjeya hinardekirina neftê dikin û beşek ji vê nefê ji aliyê spaha pasdaran û berpirsên rêjîmê bi awayê qaçax li bazarn de bi nirxeke kêm tê firotin ku xuya nine ku bi çi rêjeyekê tê firotin.

Herwisa piraniya dahata nefta Îranê bo navendên rêjîmî wek beyta rêberî û spaha pasdaran a terorîst û navendên ewlehî tê şandin û banka navendî ji piraniya vê dahatê bêpar e û bi awayekê talankirin û

firotina nefta xelkê Îranê ji aliyê rêjîmê ve bi lezgînî û berfirehî berdewam e û roj bi roj zêdetir dibe.