Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ji beşdarnebûna karmendên hikûmî li hilbijartinê nerazî ye û lêpirsînê li wan dike

12:53 - 30 Hezîran 2024

Piştî beşdariya herî kêm a xekê li şanoya hilbijartina serkomariya rêjîmê li 8ê Pûşperê, navendên ewlehî yên rêjîma cinayetkar a Îranê li Rojhilatê Kurdistanê de mijûlê lêpirsîn ji karmendên îdareyên hikûmî bi sedema beşdarînekirina wan li hilbijartinê ye.

Pêka raporên belavbûyî, beşa “Hiraset” anku parastin a Îdareyên rêjîmê ku beşek ji navendên ewlehî yên rêjîma Îranê ne, ji 9ê Pûşperê ve mijûlê lêkolîn û lêpêçîn ji karmendan bi taybet karmendên bankan e ku li şanoya hilbijartinê de beşdar nebûne.

Li vê derheqê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, girtiyên bi navê “zîndan baz” ji aliyê berpirsên girtîgehan ve gef ji wan hatibû xwarin ku li egere beşdarnebûna wan li dengdanê, dê rastî sizayê bên û bo wan “Nehatin” bo girtîgehên anku “Xêybet” bê hisêb ku pêka yasaya sizadana îslamî ya rêjîma Îranê 3 heta 6 heyv girtîgeh an 74 derbên qamçiyan e.

Herwisa li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê de jî zozançî rastî gefxwarina navendên rêjîmê hatine û bi wan hatiye ragihandin ku li egera beşdarînekirina wan li dengdanê, divê ji zozanan bêne xwarê û dest ji karê xwe berdin û vegerin gundê xwe.

Ji aliyê din ve birêveberê giştî yê karpêdana perwerde û hînkariya rêjîmê rû bi xwendekarên mamosta ragihandiye ku li egera beşdarînekirina wan dê poenên wan bêne kêmkirin û êdî karê bi wec bi wan nayê dan.

Rêjeya nêvincî ya beşdariya xelkê li şanoya hilbijartina serkomarê rêjîmê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê li navbera 1 heta %5 bûye û kesên ku li wan deveran de jî beşdarî li vê şanoyê de kirine, karbidestên rêjîmê û xelkê derveyî Kurdistanê yên hêzên leşkerî û ewlehî yên rêjîmê bûne.

Gotinî ye ku 14emîn doreya hilbijartina serkomarê rêjîmê, heta niha kêmrengtirîn û bi beşdariya kêmtirîn xelkê li dîroka rêjîma Îslamiya Îranê de bûye.