Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

11 rojnamevan li Tehranê hatin girtin

20:05 - 28 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehîkarên rejîma Îslamî a Îranê hêriş kirine ser navenda hejmarek ji rojnamevanên navxweya Îranê û 11 rojnamevan hatin girtin.

Hêzên ewlehîkar dest bi ser navendên giştî yên rojnameyên Behar, Şerq, Êtêmad, Arman, kovara Asêman de girtin û serbarî destbiser kirina ev rojnamevanane, fîlim, wêne, arşîva van nûçegehaniyane li gel xwe birin.

Şepola girtina rojnamevanan bi awyekê de ye ku “Xulam Husên Îjeî” berdevkê dezgeha dadwerî a rejîma Îranê, berwarê 21’ê Çileya Paşîn a 2013’an ragehand, hejmarek ji rojnamevan ên îro, cuda di vê ku li rojnamên Îranê de dinivîsin, pêywendiya van li gel Rojava û neyaran heye.
Nûçegehaniya Fars a ser bi Sipa Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, serbarî piştrast kirina girtina van rojnamevana li ser ker wan, sebeba hevkarîkirin li gel nûçegehanên Farszimanên neyariya rejîma Îslamî a Îranê ragehandiye.
Eva li awayekê de ye ku pisporên siyasî bi vê bawerê ne ku ev girtine pêywendî bi berbijartina çend mehê din ya serkomariyê heye.
Nevê ev 11 rojnamevana ku hatine girtin: Pûrya Alemî û Pêjman Mûsewî (rojnama Şerq), Îmîleî Emraî (rojnama Behar). Ekber Muntecibî (kovara Asiman). Sasan Axaî û Cavad Delîrî û Nesrîn Texîrî (rojnama Êtêmad), Muteher Şefîeî û Nergis Cewdekî (rojnama Arman).
Serbarî ev çend rojnamevanane, roja şembiyê 26’ê Çileya Paşîn a 2013’an, hêzên ewlehîkar, Silêman Mihemedî berpirsê beşa bûyerên rojnama Behar û Mîlad Behaî berpirsê beşa siyasî a nûçegehaniya “Îlna”ê hatin girtin û bo girtîgeha Êvînê hatin veguhastin.