Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

15 peyamnêr di sê mehên yekema sala 2014’an de hatine kuştin

20:42 - 6 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Komîteya piştîwanî ji rojnamevanan ragihand, di destpêka sala 2014’an ve 15 peyamnêr li seranserên cîhanê de hatine kuştin.

Li gor rapora komîteya piştîwanî ji rojnamevanan ragihand, ew 15 peyamnrane li 9 welatên cîhanê de hatine kuştin.

Di destpêka sala 2014’an de, li welatên Îraq û Efxanistan zaftirîn rêjeye ku peyemnêr hatine kuştin û welatên Birizîl, Sûriye, Mikzîk, Misr, Kongo. Okrayîn û Pakistan duyemîn welatin ku peyamnêr tê de hatine kuştin.

Komîteya han cext li ser ewê jî kir ku li sala 2013’an de 70 peyemnêr di seranserên cîhanê de hatin kuştin.

Komîteya piştîwanî ji rojnamevanan, saziyeke serbixwe û nahukmiye û meqera wan li bajarê Niyoyork a welatê Amrîkayê helkevtiye.