Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

15 xwandekarên bajarê Pawê, bi perê xwe alîkariya nesaxên penceşêrê kirin

19:26 - 24 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: 15 xwendekarên debistana destpêkî a Muteherî li Pawê bi armanca alîkariya nexweşên penceşêrê, yek milyon Tûmen ji berîka xwe pêşkeşê wan nexweşane kirin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 21’ê Nîsan a 2014’an, 15 xwendekarên pola Şeşê ya destpêkî a xwendingeha Muteherî di helwêstekî mirovdostane de yek milyon Tûmen dirav pêşkeşê bi nexweşên penceşêrên bajarê Pawê kirin.

Li gor wê raporê, xwendekarên han çend meheke diravê berîka xwe kom dikin heta gehîşte 1 milyon Tûmen û radestê rêxistina “Eltiyam”a bajarê pawê kirin.

Saziya Eltiyam saziyakî nahikûmî teybet bi alîkariya nexweşên penceşêrê li bajarê Pawe de ye ku ji aliyê hejmarek xêrxwazên wî bajarî hatiye ava kirin.