Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

184 gundên Bîcarê di arîşiya bê aviyê de ne

16:12 - 5 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Parêzgeha Sine serbarê wê hindê ku di warê çavkaniyên avên bin zewî de dewlemende, lê akinciyên gundên vê parêzgehê ji nebûna avê dilgiran bûne û a niha jî zêdeyî 600 gundên parêzgeha Sine arîşiya bê aviyê dikişînin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, pirsgirêka ava xwarinê di piraniya deverên Kurdakincî, bûye sedema vê hindê ku piraniya rûniştiyên wan gundan ber bi bajaran ve koçber bin.

Bi pişt girêdan bi serhejmêriyên fermî ku hatine bilavkirin, akinciyên 271 gudên parêzgeha Kirmaşanê, 600 gundên parêzgeha Sine û 6oo gundên parêzgeha Urmiyê ligel arîşeya bê aviyê rûderûne.

Di parêzgeha Urmiyê, serbaerê kêm bûna ava xwarinê li 307 gundan de,di 199 gundên din jî hatine cîrbendî kirin.

Li gor raportên nû ku hatine bilavkirin, rûniştiyên 184 gundên Bîcarê rûderûne.

Berpirsên rejîma Îslamî a Îranê serbarê pirştrast kirina kêmiya avê û bê aviyê di gundên Bîcarê de, tu hewlekê bo çareseriya vê pirsgirkê nadin.

Bê avî di wan gundane de bûye sedema jordehatina berhema cotkariyê û herwiha jihelçûna koçberbûna rûniştiyên gundan bo bajaran.