Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 girtiyên siyasî ên Kurd li girtîgeha Mihabadê dest bi gireva birçîbûnê dan

16:14 - 7 Tebax 2013

Kurdistanemdia: Qasim Rehîmî azer û Celal Nasirî du hevwelatiyên Kurd ê girtî bi nîşana pêrenegehîştin bi rewşa tendurustî û her weha pişt guh xistina daxwazên wan dest bi gireva birçîbûnê dan.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî berwara 6’ê Tebaxa 2013’an, ew gireva birçîbûnê dest pêkir û Qasim Rehîmî azer û Celal Nasirî ragihandin, heya dema ku daxwazên me nehên cî bi cî kirin dest li gireva birçîbûnê bernadin.
Qasim Rehîmî azer û Celal Nasirî meha Şibat a 2011’an, ji aliyê hêzên ewlehiyên bajarê Bokanê ve bi sûça alîkarî tevî partiyên siyasî ên dijberî rejîma Îslamiya Îranê hatin girtin.
Welatiyên han piştî 75 rojan ragirtin li girtîgeha îdareya Îtilatê de her yek bi wesîqa 70 milyîon Tûmenî hetin serbest kirin û berwara 11’ê Çiriya Pêşîn a 2011’an, her du bi 13 salan zîndan hatin mehkûm kirin.
Meha Tîrmeha îsal ji aliyê karbidestên giştî yê zindana parêzgeha Urmiyê, ew erêniye bi 120 girtiyên girtîgeha bajarê Mihabadê ku niviya hikmên xwe tewaw kirine, dawe ku bi demekî zû pêdeçûn bi doseya wan bihê kirin û rê bidin ku li hinek îmtiyazan mefah wergirin.

Qasim û Celal jî navê van na lîsta 120 kesan de hebû, lê heya niha jî nawendna ewlehiyên rejîm nehêlaye ew biryare bihê cî bi cî kirin.
Heyamek berî niha Qasim Rehîmîazar û Celal Nasirî ji aliyê nawenda pêwendîdarên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Mihabadê rizamendiya ewê li gel wan hatibû kirin, ev heyama ku li hukma wan maye, dikarin li zîndana bajarê Bokanê darbas bikin, lê li gel dihayetiya îdareya Îtilatê berbirû bûn.