Piştî vê ku Jîna Emînî ji aliyê hêzên “Geşta Îrşad” ve hate kuştin, li piraniya bajarên Îran û Kurdistanê xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rêberê rejîmê û tevahiya rejîmê silogan dan.
Li bajarê Tehranê xelk rijiyane ser şeqaman û li hember cinayeta rejîma axûndî ya li dijî Jîna Emînî hatine deng û siloganan dan.
Êvariya roja Duşemî bi hezaran xwenîşander li şeqama Hîcab a navenda Tehranê rijiyane ser şeqam û piştre ew xwenîşandanne ber bi deverên din ên bajêr û bi taybet bilvara Kişawerz, meydana Weliesr û meydana Sadiqiyê ve belav bûn.
Jinên Tehranê serqot hatine ser şeqaman û hin jinên bajarê Tehranê ji bo piştevanîkirin ji cinayeta dijî “Jîna”yê, xavika xwe li serê xwe wêde bir û agir berdanê.
Hêzên rejîmê li bajarê Tehranê bi reşandina ava rondikrêj û teqekirin, hewil dan pêşiya xwenîşanderan bigirin.
Jîna Emînî navek e kevtiye ser zimanan û şeqamên bajaran tejî bûn ji xelkê piştîvan; Li bajarê Îsfehana Îranê jî li dijî rejîmê û cinayetên wê hatine ser şeqaman û silogan dan.
Li bajarê Reştê jî, jin û xort, kal û ciwan hatine ser şeqaman û bi silogana “Xamineyî şerm bike û dev ji welat berde” xwenîşandan kirin.
Li bajarê Reştê hin siloganên wek “Geşta Îrşad hêcet e û armanca sereke nizam e û azadî û azadî” dengê nerizayetiya xwe bilind kirin.
Li bajarê Reştê heta direngê şevê li ser şeqaman bûn û li dijî hêzên rejîmê sekînandin.
Jîna Emînî tenê peyva ser zimanê xelkê bajarê Reştê nebû, belkî peyva ser zimanê xelkê bajarê Kerec, Kirman, Îsfehan û gelek bajarên din ên Îranê bû.
Li bajarê “Guherdeşt”a Kerecê jî xelkê bi silogana “jin, jiyan û azadî”, xwenîşandan berdewam kirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, li piraniya bajaran xelkê bi grevgirtina seranserî û bi daxistina dukan û bazarên xwe, rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê û serkuta rejîma Îranê sekînandin.
Rewşa ewlehî li Kurdistanê cuda bû û hêzên rejîmê bi hemû awayekî xelkê nerazî dane ber gulleyan û gelek xwenîşander hatine birîndarkirin.
Li bajarên Kurdistanê dehan kes hatine birîndarkirin û sedan kes hatine binçavkirin û çendîn kes kes jî bi destê hêzên serkutkar ên rejîmê hatine kuştin.
Li derheq xwenîşandan û kuştina Jînaya Kurd civatgeha cîhanê jî bê deng nema û hatine ser hêlê.
Yekîtiya Ewropayê bi weşana daxûyaniyekê daye zanîn, kuştina Jîna Emînî di girtîgehê de nayê qebûlkirin û wê Yekîtiyê daxwaz kir ku berpirsyarên vê kuştinê bêne darizandin. Vê Yekîtiyê daxwaz ji rayedarên Komara Îslamî kir ku rêz li mafên bingehîn ên hevwelatiyên Îranê bigirin.
Wezareta Derve ya Fransayê jî, bi weşana daxûyaniyekê kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên “Geşta Îrşad” a rejîma Îslamî ya Îranê ve bi ecêbgirtî bi nav kir û tundûtîjî û girtina ku bû sedema mirina Jîna Emînî şermezar kir.
Fransayê daxwaza bi zûtirîn dem ya lêkolîna wê cinayetê ji rejîma Îranê kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Bilindken” jî, li ser rûpela xwe ya Twîtirê bi heştega #Mehsa_Emînî nivîsî: “Diviya îro Mehsa Emînî sax bûya. Lê xelkê Amerîka û Îranê şîna wî digirin. Em bang li hikûmeta Îranê dikin ku dawî ji serkuta sîstematîk a li dijî jinan bîne û îzn bide ku xwenîşandanên aştiyane bên lidarxistin.”
Jîna Emînî ku tevî malbata xwe ji Seqizê ber bi Tehranê ve çûbû, roja Sêşemî 23ê Xermananê ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîmê ve hate binçavkirin û piştî 3 rojan ji binçavkirina wê ji aliyê hêzên Geşta Îrşad ve, bi sedema lêdan û îşkenceya hêzên rejîmê li nexweşxaneya Kasra ya Tehranê koça dawî kir û termê wê roja Şemî bi beşdariya hezaran kes li bajarê Seqizê hate biaxsipartin.